Vertreter von Kurdistanî Block im irakischen Parlament: Abdullah Gul soll selber Reformen durchführen anstatt Syrien zu beraten
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Vertreter von Kurdistanî Block im irakischen Parlament: Abdullah Gul soll selber Reformen durchführen anstatt Syrien zu beraten
von Azadiyakurdistan am 24.04.2011 14:21Berdevkê bloka Kurdistanî li parlemantoya Îraqê ragihand ku pêwîst e serokê Suriyeyê BeÅÂar Esad berî ku serokên welatên din shîretan li wî bikin, di welatê xwe de reforman pêk bîne. Her weha daxwaz ji serokomarê Tirkiyeyê jî kir, li shûna ku shîretan li xelkê din bike, bila di welatê xwe de reformên zêdetir pêk bîne
Mueyed Teyîb berdevkê firaksiyona Kurdistanî li parlemantoya Îraqê di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got:
- Pêwîst e Beshar Esad bêyî ku, berpirsên welatên din shîretan lê wî bikin, di Sûriyeyê de reformanên ku xelkê wî welatî dixwaze, pêk bîne.
Teyîb di berdewamiya axaftina xwe de got:
- Hikûmeta Suriyeyê gelekî bash dizane ku divê berî ku shîret li wî bê kirin, serokê wî welatî reforman pêk bîne û desthilatên xwe kêm bike. Hikûmet jî û serokê wê jî dizanin dê çawa gelê xwe razî bikin.
Berdevkê bloka Kurdistanî daxwaz ji serokomarê Tirkiyeyê jî kir, li shûna ku shîretan li xelkê din bike, bila di welatê xwe de reformên zêdetir pêk bîne û got:
- Tirkiye bash dizane ku wê gelek arîshe digel kurdan hene. Gelo serokatiya Tirkiyeyê di welatê xwe de reforman pêk aniye ta shîretan li xelkê din bike?
Pêshtir serrawêjkarê serokomarê Tirkiyeyê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn Ershat Hûrmûzlû di daxuyaniyeke xwe ya digel Televîzyona El Erebiyeyê de gotibû:
- Enqereyê daxwaz ji serokê Sûriyeyê Beshar Esad kiriye ku desthilatên xwe kêm bike. Daxwazên xelk yên bo pêkanîna reforman rewa ye. Reformên li navçeya erebî gelekî dereng man. Tirkiye pishtgirî dide pêkanîna reforman li Sûriyeyê.
Rojevakurd
Silav û Rêz
Azad