VIDEO: Demonstrationen in Teheran (Iran)

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

VIDEO: Demonstrationen in Teheran (Iran)

von Azadiyakurdistan am 03.10.2012 21:26

In der iranischen Hauptstadt fanden Demonstrationen statt. Geschäfte und Märkte haben geschlossen. Nachdem die iranische Währng ihren Wert verloren hat (z.Z. 1 Dollar = 4000 Lira), war dies der Grund für die Demonstrationen die in mehreren Bezirken stattfanden.

Hewlêr (Rûdaw/Ajans) – Li paytexta Îran Tehranê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kir. Xwepêşandan li piraniya taxan dest pê kir, dikan û bazar jî hatin girtin.

Îro (Çarşem) ji bo nerazîbûna li dijî ketina nirxê timen (pereyê Îranî) ê li beramberî dolar, piraniya dikan û bazarên Tehranê hatin girtin. Berî çend saetan jî li piraniya taxên Tehranê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Ajansên nûçeyan behsa wê yekê dikin ku hêzekî zêde ya artêş û hêzên Besîç daketina nav kolanên Tehranê. Di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de şer û pevçûn dest pê kirine. Hinek çavkaniyên ne fermî balê dikişînin ser wê yekê ku xwepêşanderek hatiye kuştin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne, lê heta niha ew nûçe nehatiye piştrastkirin.

Di çend rojên borî de nirxê timen li Îranê li beramberî dolarê Emerîkî ket. Duh jî nirxê her dolarekê li banka navendî ya Îranê, bi 33 hezar riyal (3 hezar û 300 timen) dihat guhertin.

Li gor çavkaniyên navxwe yên Îranê, îro li bazara Azadî ya Îranê dolarekî Emerîkî li beramberî 4 hezar timen (400 hezar riyal) bû.


Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum