Wann werden die BDP Politiker anfangen mit dem Volk auf kurdisch reden?
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Wann werden die BDP Politiker anfangen mit dem Volk auf kurdisch reden?
von Azadiyakurdistan am 12.05.2011 18:21
Di pêvajoyeke wisa girîng de rêvebiriya BDP'yê di xebatên hilbijartinê de hê piranî zimanê Tirkî diaxifin û her wiha hê gellek sharedariyên di destê Kurdan de jî derbasî jiyana bi Kurdî nebûne.
Kurd li aliyekî cejna zimanê kurdî pîroz dikin, li aliyekî din jî bi hevxebat û rihê Yekîtiya Neteweyî amadekariya hilbijartinan dikin. Di mehên dawî "Jiyana bi Kurdî" her diçe li Kurdistanê belav dibe û elqeya gelê kurd jî pir mezin e. Lê di pêvajoyeke wisa girîng de rêvebiriya BDP'yê ku pêshengiya têkoshîna sîyasî ya Kurdan dikin di xebatên hilbijartinê de hê piranî zimanê Tirkî diaxifin û her wiha hê gellek sharedariyên di destê kurdan de jî derbasî jiyana bi Kurdî nebûne.
Li bakûrê Kurdistanê daxwaza sereke ya Kurdan fermî bûna Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.
Dewleta Tirk bi her avayî dijî vê daxwazê ye û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bo Kurdan nayê nasîn. Li bakûrê Kurdistanê asîmîlasyon gihêshtiye asteke pir xeter û bikaranîna zimanê Kurdî bi taybetî bajarên wek Amed, Riha û çend bajarên mezin ên Kurdan de gellek qels e.
Li aliyekî asîmîlasyona giran a dewleta Tirk bi riya perwerdeya Tirkî û televizyonên Tirkî êdî rewsh wisa bûye ku Kurd xwe bixwe jî asîmîle dikin. Malbat bi zimanê Kurdî naaxifin, zarokên xwe hînî Kurdî nakin. Ciwanên Kurd ku têde besheke mezin ku xwe wek welatparêz nîshan didin jî zimanê Kurdî bikarnaynin.
Di demê dawî de jî "Jiyana bi Kurdî" her diçe li Kurdistanê belav dibe û elqeya gelê Kurd jî pir mezin e. Esnaf tabelayên xwe digûherin û saziyên Kurdan gavên pêwîst davêjin. Lê di pêvajoyekî wisa girîng de sîyasetmedarên Kurd û sharedariyên ku di destê kurdan de ye berpirsyariyên xwe nayinin cîh.
Zêdetir bixwîne!!!!
Silav û Rêz
Azad