Zana: "Êdî qonax, qonaxa serokê me Ocalan di nava me de be"
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Zana: "Êdî qonax, qonaxa serokê me Ocalan di nava me de be"
von Azadiyakurdistan am 24.05.2011 21:24
Namzeta serbixwe ya bajarê Amedê Leyla Zana di kar û xebatên xwe yê hilbijartina de, peyamên vekirî dane dewleta Tirkiyê. Axivtina Leyla Zana ya navçeya Hezo di çapemaniya Tirkiyê de cihekî berfireh girt. Zana di axivitina xwe de got "Êdî qonax, qonaxa serokê me Ocalan di nava me de be. Qonax ew e ya ku êdî em gêrîlayên xwe di nava xwe de bibîn in. Em dixwazin bibin hevparê vê hikûmetê. Ger qebûl bikin, em ê bi hev re bijîn. Ger qebûl nakin, em ê bi xwe vê yekê biafirîn in. Wê rojek bê, serok Ocalan di nava gelê xwe de be, wê ji zarokên vî xelkî re bibe mamoste, ez bi hêvîme ku ew roj nêzîkin." Leyla Zana li ser çawaneyî ye yekêtiya kurdan hate xira kirin û wê çawa ava be, got "Hêzên tarî çirûsk avêtin her malekê û yekêtiya Kurdan xira kirin. Lê, wek partî em ê hemû gelên hatîn çewsandin hembêz bikin. Em ê dengê xwe bidin; Kurdistanê, ashitiyê, biratî û gêrîla."
Avestakurd
Silav û Rêz
Azad