Zana:Lässt eure Kinder bis zum 7 Lebensjahr nicht Türkisch reden
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Zana:Lässt eure Kinder bis zum 7 Lebensjahr nicht Türkisch reden
von Azadiyakurdistan am 27.05.2011 13:48
Namzeta Serbixwe ya Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ya Diyarbekirê Leyla Zana di çarçoveya propagandaya hilbijartinê de li gund û navçeyên Diyarbekirê digere. Zana di gera xwe de bang li dayîkan kir ku nehêlin zarokên wan fêrî Tirkî bibin.
Namzeta Serbixwe ya Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ya Diyarbekirê Leyla Zana di gera xwe ya navçeya Bîsmîl û gundên wê de da zanîn ku her dayîkek bi serê xwe dibistaneke û got: “Hun nehêlin heta 7 saliyê zarokên we bi Tirkî biaxivin. Eger zarokek bi zimanê xwe yê dayikê bikeve bin bandora zimanekî din, pîskolojî û rihê wî/wê zarokê parçe dibe. Zarokek ku pîskolojiya wî xirab bûyî be, ne sûd digihîne xwe, ne xêzana xwe û ne jî civakê. Ez hêvî ji we dikim dayîkno hun li ser zarokên xwe rawestin, hun vê siyaseta qirêj xirab bikin.”
Zana daxwiyaniyên Tirkiyê yên ku zextê li Hikûmeta Almanya dikin ku bihêlin Tirk fêrî zimanê Tirkî bibin, eger nehêlin jî wekî “Sucê mirovahiyê” dijimêrin bibîr anîn û wiha pêdeçû: “Dibêjin, hun mirovatiyê qetil dikin. Lê li Tirkiyê heta li gundan jî ev dibistan vekirine. Ez careke din dibêjim, di destê we de ye hun zarokên xwe bishînin dibistanê yan jî nesjînin. Hun biçin kîjan welatî herin, lê despêkê bila zarokên we bi zimanê dayîkê bi axivin û bila pishtre fêrî zimanê din bibin. Em perwerdeya zimanê dayîkê dixwazin. Me heta niha xebata vê yekê daye. Ji niha û pêde jî emê li ser rawestin.”
Zana da zanîn ku pêwîste dengê xwe nedin partiyên wek, AKP û CHPê û axaftina xwe wiha qedand: “Di dîrokê de herduwan jî tishtek nedane me. Herdem ji me wergirtine. Êdî tishtek ku em bidin nemaye. Êdî tishtekê vî gelê nemaye ku bide ti kesekî.”
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad