2309 Kinder sind in den türkischen Gefängnissen. Mehr als 130.617 Häftlinge

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

2309 Kinder sind in den türkischen Gefängnissen. Mehr als 130.617 Häftlinge

von Azadiyakurdistan am 05.03.2012 16:37



Enqere: Li gorî îstatîstîkên meha Sibatê ya Midûriyeta Giştî ya Tevkîfeyên Ceza ya Wezareta Edaletê li tevahiya Tirkiyê 130 hezar û 617 kes girtî ne. Dîsa li gorî daneyên derketine holê di meha Çileyê de 2 hezar û 260 zarok di girtîgehan de bûne. Di meha Sibatê de jî hejmara zarokên girtî derketiye 2 hezar û 309an.

Tundiya zayendî ya li girtîgeha Pozantiya Edenê ji rojevê dernakeve. Tevî van pêkanînan jî hêjmara zarokên li girtîgehên Tirkiyê her roja paştir e zêdetir dibe. Midûriyeta Giştî ya Tevkîfeyên Ceza ya Wezareta Edaletê îstatîstîkên meha Sibatê yên ji 29'ê Sibata 2012'an û pê de girtîne û hikûmxwarine eşkera kir. Li gorî îstatîstîkan hêjmara girtiyên li girtîgehan 36 hezar û 647 in. Ji vana 18 hezar û 609 kes girtiyên cezayên wan li dadgeha bilind in. Hejmara hikûmxwaran jî 75 hezar û 361'e. Li gorî îstatîstîkan hêjmara tevahî girtiyan derket 130 hezar û 617'an. Dîsa li gorî heman îstatîstîkan ji 36 hezar û 647 girtiyan 30 hezar û 485 girtî edlî ne, 4 hezar û 506 girtî siyasî ne, hezar û 262'ên wan jî bi hinceta ku ji bo berjewendiyên xwe bûne endamê rêxistinê hatine girtin û 394'ê wan jî yên sûçên wan nediyar in.

Hejmara zarokan zêde bû

Li gorî îstatîstîkan ji 75 hezar û 361 girtiyan 70 hezar û 58'ê wan edlî ne, 3 hezar û 796'yê wan jî siyasî ne. Li gorî vê yekê; 507 kes ji ber berjewendiyên xwe bûne endamê rêxistinê û yên sûçên wan nediyar in hatine girtin. Li tevahiya Tirkiyê ji 130 hezar û 671 girtiyan, 118 hezar û 245'ê wan ji ber sûcên edlî hatine girtin, 8 hezar û 774'ê wan siyasî, 2 hezar û 173'yên wan endamên rêxistinên berjewendî, hezar û 425'ê wan jî di nav komên sûcên wan nayên zanîn de cih digirin. Ji 36 hezar û 647 girtiyan 32 hezar û 981'ê wan zilam in, hezar û 763'ê wan jin, hezar û 903'yê wan jî zarok in. Ji 18 hezar û 609 girtiyên cezayên wan derbasî dadgeha bilind bûne jî 17 hezar û 666'ê wan ji zilaman, ji 646'ê jinan û 197'ê wan jî ji zarokan pêk tê. Ji 75 hezar û 361 hikûmxwaran jî 22 hezar û 818'ê wan ji zilaman pêk tê, 2 hezar û 334'ê wan ji jinan û 209'ê wan jî ji zarokan pêk tê.

Li gorî îstatîstîkan li tevahiya girtîgehên Tirkiyê hejmara zarokên girtî, yên cezayên wan derbasî dadgeha bilind bûne û hikûmxwar derketiye 2 hezar û 309'an. Hejmara zilamên li girtiyên tevahiya Tirkiyê wekî 123 hezar û 565, hejmara jinan wekî 4 hezar û 743 hat diyarkirin. Di îstatîstîkan de xala din a bala mirovan dikişîne jî hejmara zarokên li girtîgehên Tirkiyê ye. Hejmara zarokên girtî di meha Çilê de wekî 2 hezar û 260 hat ragihandin. Lê ev hejmar di meha Sibatê de zêde bû û derket; 2 hezar û 309'an. Yek ji xalên din ên herî balkêş jî ew e ku hezar û 785 zarok di girtîgehên girtî yên saziyên cezaya înfazê de dimînin.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum