Aluf Benn: Die Kurden haben eine Chance auf Unabhängigkeit

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Aluf Benn: Die Kurden haben eine Chance auf Unabhängigkeit

von Kurdewari am 27.03.2011 12:22

Aluf Benn: Shansa kurdan heye ko dewleteka serbixwe ava bikin



LONDON, 27/3 2011 — Edîtorê naskirî yê rojnameya Haaretzê, Aluf Benn di nivîsareka dirêj de behsa jinûveavakirina Rojhilata-nêvî dike û dibêje nêzîkî sed salan pishtî peymana Sykes-Picotî ya sala 1916-ê li Iraqê shansê kurdan heye ko dewleteka serbixwe ava bikin herçend Tirkiye li dijî wê be jî.

Aluf Bennê ko di dema shesh serokwezîran de li Israîlê di warê siyaseta derve û ewlekariya neteweyî de xebitiye bi dirêjî behsa peymana Sykes-Picotî û parçekirina Rojhilata-nêvê pishtî têkçûna împeretoya osmaniyan dike û dibêje îro ev herêm careka dî ji nû ve têt dîzayn kirin.

Di nivîsara xwe de Aluf Benn dibêje dinyaya Rojavayê û Îsraîl terefdarê wê yekê ne ko Rojhilata-nêvê lihevketî û parçebûyî be û ew bi hev re li dijî panarabîzm û panîslamîzmê dixebitin ko ji aliyê Usame Bin Ladenî ve (û qismen jî bi arîkariya serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejadî û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ve) têt bi rê ve birin.

Aluf Benn dibêje îhtimal heye ko Sûriye jî di nêvbera elewî, sinî û durziyan de parçe bibe û di heqê Iraqê de jî dibêje:

— Niho, nêzîkî 100 salan pishtî lihevkirina Sykes û Picotî, xwevekishandina Emerîkayê ji Iraqê dê shansa serxwebûnê bide kurdan herçend Tirkiye li dijê wê jî be.

Nefel

Antworten

« zurück zum Forum