Birayê hevalê Ocalan yê zaroktiyê Hamza endamê JITEMê derket?

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Birayê hevalê Ocalan yê zaroktiyê Hamza endamê JITEMê derket?

von Biji_Kurdistan am 26.01.2011 14:38






Avestakurd - Yek ji avakarên JITEM (Istîxbarata Jandermeyan li Tirkiyê) Arif Dogan di pirtûka xwe de ya bi navê "Min JITEM ava kir" ti$tekî balkê$ dibêje.

Pirtûka ku nû hate we$andin, gelekî balkê$ e.

Di pirtûkê de hatiye ku JITEM kesekî bi navê Hamza weke casûs şande nava PKK.

Hamza bi xwe jî hemşeriyê serokê PKK Abdullah Ocalan e. Ew birayê Hasan Bindal e. Navê kod yê Hasan Bindal Hamza bû. Ew li kampa Mahsum Korkmaz, di dema tatbîqateke eskerî de bi $êweyekî ku heta niha sedî sed zelal nebû ye, di sala 1997 de hate ku$tin.

Hasan Bindal (Hamza) hevalê Ocalan yê zaroktiyê bû. Ew di nava PKK de, kesî herî nêzîk bû ji Ocalan.

Birayê wî jî, pi$tî ku ji zindanê derket (11 salan di zindanê de ma), navê xwe yê kod kir Hamza.

Hamza yê, biçûk li gora ku Dogan di pirtûka xwe de dibêje, ji aliyê JITEM ve hate amadekirin û ew $andin nava PKK.

Hamza, di sala 2003 ji PKK cuda bû û çû Almanya bajarê Stutgartê.

Pi$tre ji aliyê polîsên Alman ve hate girtin û roja 21.10.2005 ji bo Tirkiyê hate $andina.

Heta niha, $êweyê girtina wî û $andina wî ji bo Tirkiyê ne diyar e. Tê gotin ku dest dewleta tarî di girtin û $andina wî de heye.

avestakurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 26.01.2011 14:43.

« zurück zum Forum