Burkay: Pishtî hilbijartinê ez ê vegerim Tirkiyeyê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Burkay: Pishtî hilbijartinê ez ê vegerim Tirkiyeyê

von Kurdewari am 20.02.2011 12:33

Burkay: Pishtî hilbijartinê ez ê vegerim Tirkiyeyê




Hewlêr, 19 Sibat (AKnews) – Damezrînerê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay ku li Swêdê dijî got, pishtî hilbijartinên gishtî yên 12ê hezîranê dê vegere Tirkiyeyê.

Kemal BurkayBurkay, beshdarî bernameya “Rêwî” ya TRT Shesh ku besha kurdî ya televîzyona dewletê TRTê ye bû û got, pishtî hevpeyvîna wî ku di medyayê de cih girtiye, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay lê geriyaye û gotiye ku, bo vegera wî ya Tirkiyeyê tu pirsgirêk nîne.

Burkay got, Serokwezîr Erdogan jî bi rêya rojnamegeran jê re gotiye ku, çi asteng bo vegera wî nîne û destnîshan kir ku, wek wî gelek kes ku li bendî vegerêne hene û wiha pêde çû:

“Di van du salên dawî de, ez difikirim ku vegerim. Bi ya min, shert û merc bo vegerê êdî guncan in. Birêz Wezîrê Karên Hundir Beshir Atalay bo vê çend car li min gerî û bo nivîsên min û gotinên ku di medyayê de cih girtine kêfxweshiya xwe anî zimên û got, ‘çima tu venagerî.’ Birêz Serokwezîr jî bi rêya rojnamegeran gotiye, ‘dikare vegere, bo wî çi tengezarî nîne.’ Min ev hemû nirxandin. Wek min gelek hevalên dîtir hene û bo vegera wan, sererastkirinên yasayî pêdivin. Le ez ê vegerim. Difikrim ku, pishtî hilbijartinan vegerim. Heta ku tu hinek rîskan nedî berçavan, nabe.”

Burkay, pishtî derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980, ji welatiyê hatibû derxistin û di dema 8emîn Serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal de, welatîbûna wî pashde hatibû dayîn.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum