Celal Talabanî : Ich habe mit Iran und Türkei gesprochen und die Angriffe werden stoppen!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Celal Talabanî : Ich habe mit Iran und Türkei gesprochen und die Angriffe werden stoppen!

von Kurdewari am 25.08.2011 11:52

Nêçîrvan Barzanî ging nach Teheran um mit Amedinejat zu sprechen. Er forderte das Stoppen der Bomberdierung.

Nêçîrvan Barzanî digel serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad civiya

» Mehmûd Ehmedînejad û Nêçîrvan Barzanî

TEHRAN, 25/8 2011 — Duhî êvarê şandeke Kurdistanê bi serokatiya cihgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî gehişt Tehranê û îro digel serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad civiya.

Li gor Rûdawê, nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê li Tehranê Nazim Umer di heqê serdana heyeta Kurdistanê de got:

— Îro bi saeta Tehranê demjimêr 10.00 şanda herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî digel serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad û serokê Civata Ewlekariya Îranê Dr. Celîlî civiya û civîn jî erênî derbas bû.

Di heqê armanca serdana şanda herêmê de jî Nazim Umer wiha axivî:

— Armanca serdana şanda herêmê çareserkirina pirsgirêkên ser sînor û vegerandina ewlekarî û asayişê ye bo navçeyên ser sînor.

Navborî amaje bi wê yekî jî da ko civîn erênî derbas bûne û wiha pêde çû:

— Herdu alî li ser wê yekê hevdeng bûn ko serweriya Iraqê bê parastin, bi yasayên navdewletî ve pêbend bin û aramî û asayiş vegere navçeyên sînor ên herêma Kurdistanê.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Tehranê Nazim Umer, da zanîn ko dê şanda Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro digel wezîrê derve yê Îranê Elî Ekber Salihî û rayedarên dî yên Îranê jî bicive.

Mebesta şanda herêmê ko nûneratiya serokatiya Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê dike, ew e bo çareserkirina aloziyên li ser sînor wek topbaran û ziwakirina avê digel aliyê Îranê gotûbêj bike, ko bûye sedem hevwelatiyên ser sînor ên Kurdistanê zerara madî û giyanî bibînin û gelek ji wan jî koçber bibin.

Nefel

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Celal Talabanî : Ich habe mit Iran und Türkei gesprochen und die Angriffe werden stoppen!

von Kurdewari am 25.08.2011 11:49

Talebanî: Min bi Tirkiye û Îranê re axaft – topbaran dê raweste

BEXDA, 24/8 2011 — Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî duhî got wî bi rêya kanalên cida ji bo razîkirin û dawîlêanîna bombebarankirina navçeyên sînor yên herêma Kurdistanê têkilî digel Tirkiyeyê û Îranê daniye.

Li gor Rûdawê, serokkomarê Iraqê Celal Talebanî duhî (23.08.11) li ser rewşa siyasî ya Iraqê digel serokwezîr û wezîrên Iraqê civiya. Di civînê de di heqê pirsa sinorên herêma Kurdistanê de got:

— Ji ber ko serokkomar im ez ji serwerî û serbixwebûna welat berpirsyar im. Ji ber vê yekê min bi rêya kanalên cida yên taybet ji bo rawestandina topbaranên ser sînor û razîkirina ko dawî li topbaranê bênin, peywendî digel Îranê û Tirkiyê daniye. Em gihane encamê.

Celal Talebanî herwiha got:

— Bi daxuyanî û ragihandinan tiştek nayê kirin. Berjewendiya Iraqê di wê yekê de heye ko bi aramî digel cîranên xwe bijî. Ez di wê baweriyê de me ko em dikarin hemû pirsgirêkan figel welatên cîran çareser bikin.

Nefel

Antworten

« zurück zum Forum