Das Europa Parlament in Brüssel hat zum ersten mal Newroz gefeiert

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Das Europa Parlament in Brüssel hat zum ersten mal Newroz gefeiert

von Azadiyakurdistan am 25.03.2012 19:05



Das Europa Parlament hat am 20.03.2012 zum ersten Mal Newroz gefeiert und wird das jedes Jahr tun. Alle Nationen die Newroz feiern wurden eingeladen und viele kurdische Persönlichkeiten und eine kurdische Folkrlor Gruppe wurden ebenfalls eingeladen.

Bruksel (Rûdaw) - Piştî ku Newroz ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve bi fermî hat naskirin, vê carê Parlemantoya Ewropayê jî biryar wergirtiye ku ji sala 2012ê peyre şahiya Newrozê pîroz bike. Hemû neteweyên ku Newrozê pîroz dikin hatine vexwendin û gellek kesayetiyên Kurd û herweha komek govendê ya kurdî beşdarî şahiyê dibe. Beşdareke koma govendê ji Rûdawê re got: "Emê bi stran û govenda xwe çand û nasnameya neteweya Kurd li Parlamena Ewropayê pêşan bidin."

Şahiya Newroza 2012ê bo cara yekemîn û bi awayekî fermî roja 20ê Adarê, bi hewldanên Grûba Partiyên Keskên Ewropayê li Parlamentoya Ewropayê li bajarê Brukselê tê pîroz kirin. Partiya Keskên Belçîkayê berpirsyariya rêvebirina vê şahiyê hilgirtiye, lê vê partiyê jî Yekîtiya Civatên Îranî li Ewropa ji bo lidarxistina bernameyên şahiya Newrozê destnîşan kiriye. Kurd tenê wek mêvan beşdarî şahiya Newrozê dibin, ne wek rêvebir. Kurd, Faris, Turkmenistanî, Çerkes û Kirkîz, Afgan û gelên din ên Rojhilata Navîn ku Newrozê pîroz dikin ji bo şahiyê hatine vexwendin. Herçiqas kesayetî û saziyên Kurd li Belçîka pirr in, lê lobiya kurdî gellek lawaz e û bandora wan li ser partî û saziyên belçîkî û ewropî pirr kêm e. Lê ji xeynî beşdariya bi dehan kesayetiyên siyasî û çandî yên Kurd, komek govendê ya kurdî jî ji bo şahiyê bi fermî hatiye gazîkirin ku govendên kurdî pêşan bide.

Rûdawê li bajarê Leuven ê Belçîka xwe gihand rêvebir û lîstikvanên vê koma govendê û hest û nerînên wan wergirt. Rêveberê komê Aram Yegit (28) ji bajarê Mêrdînê derbarê vexwendina wan wiha ji Rûdawê re axivî: "Ji ber ku em Kurd yek ji wan gelan in ku Newrozê pîroz dikin, Partiya Keskên Belçîkayê bi fermî ji me xwest ku tevlî şahiyê bibin, me jî qebûl kir. Em wek komek kurdî hatine gazîkirin û emê li Parlemana Ewropayê Newrozê bi kurdî pîroz bikin. Em pirr dilxweş in ku bi nav û nasnameya Kurdan diçin ser sehneyê, ev pirr giring e." Aram da xuyakirin ku ewê bidin nîşandan ku Kurd yekemîn netewe bûye ku Newroz pîroz kiriye û herdem ji ber zilm û zordariya li ser Kurdan, gelê Kurd wek serhildanekê Newroz pîroz dike.

15 ciwanên Kurd (7 keç û 8 xort) ên niştecihê bajarê Leuvan di nav koma govenda kurdî de cîh digirin. Helîme Qesrî (28) berpirsyara vê projeyê dike û organîzatora çalakiyê ye û ev 20 sal dibe ku li Belçêkayê dijî. Lê ew bi kurdiyek şîrîn ji bo Rûdawê axivî: "Ligel ku bêtirîn endamên komê li vir jidayîk bûne û pêdivî bû 6 mehan mijûl bin heta bi awayekî profesyonel hînî govendê bibin, lê di dema kêmtirî 2 mehan de hemû amade ne ji bo beşdarî şahiya Newrozê li Parlemana Ewropayê bibin." Helîme wiha dirêjî da axaftina xwe: "Koma me 2 meh dibe ava bûye, lê şansek mezin bû ku em hatin gazîkirin ji bo şahiya Newrozê li Parlemantoya Ewropayê. Armanca me ev bû ku ciwanên Kurd beşdarî çalakiyên kultûrî yên neteweyî bikin û rêjeya beşdariya ciwanan jî berfireh e û ciddî dixebitin." Li gor Helîme, berî 2 mehan bi 7 kesan destpê kirine, lê niha 23 ciwan di vê komê de beşdar in. Helîme Qesrî tekez kir: "Emê bi kincên rengîn ên kurdî, muzîk û govenda kurdî şahiya Newroza 2012ê li Parlemantoya Ewropayê pêşkêşî bikin."

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 25.03.2012 19:16.

« zurück zum Forum