Di navbera Îran û Tirkiyeyê de pevçûn: 7 pastar mirin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Di navbera Îran û Tirkiyeyê de pevçûn: 7 pastar mirin

von Kurdewari am 05.11.2010 18:29

Di navbera Îran û Tirkiyeyê de pevçûn: 7 pastar mirin

KELAREsh - Artêsha Îranê ku her tim li himber gundiyên ku li ser xeta sînorê Tirkiye-Îranê qaçaxçitiyê dikin, kemîna datîne; vê carê leshkerê Îranê û leshkerên Tirk li hevdû dan. Pevçûnên navbera herdû dewletan li ser sînor li du cihan rû dan, di encama pevçûnan de 7 pastarên Îranê (pastar: parêzvanê shoreshê) mirin.

Li ser hêla sînor ku her sal bi sedan gundiyên herêmê tên kushtin, îja leshkerên artêsha Tirk û Fars li hev dan. Li gor çavkaniyên cihkî di 1’ê Mijdarê de li devera Gola Xanê ya girêdayî herêma Kelaresh e, leshkerên Îranê derketine kemîn û nêçîra qaçaxçiya bi leshkerên Tirk re ku ew jî kemîna biavêjin li wir bûn ket nav pevçûnan. Di encama pevçûna navbera herdû aliyan de 5 leshkerên Îranê mirinê.

Du roj pey vê bûyera hanê, di 3’ê Mijdarê de li ser sînorê Kalika leshkerên Îranê yê Payegaha 93. sînorê Tirkiyeyê bezand (derbas bûn) li ser vêna di navbera leshkerên Tirk û leshkerên Îranê de pevçûnekê rû da, di encama vê pevçûnê de jî 2 leshkerên Îranê mirin. Hat ragihandin ku di herdû pevçûnan de jî leshkerên Tirk ti windahî nedane; lê derbarê windahiyên leshkerê Tirk de agahiyekê zelal negihishtiye ber dest.

Antworten

« zurück zum Forum