Die richtige Adresse für kurdische Kleider HAWRÎN Köln

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Die richtige Adresse für kurdische Kleider HAWRÎN Köln

von Azadiyakurdistan am 01.02.2012 15:00



Koln (Rûdaw) - Perî Reşîd nêzîka 18 sal in ku cilên jinan yên kurdî didirû. Ew ji sala 1999ê ve li bajarê Almanyayê Kolnê li ser daxwaziya muşteriyan ji stîlên cûda yên herêmên Kurdistanê cilan didirû.

Perî Reşîd jineke kurd ya ji bajarê Silêmaniyê ye û bi serê xwe ji stîlên herêmên Kurdistanê yên cuda bo jinan cilan amade dike. Perî Xan diyar kir ku dizayna cilan jî ew bi xwe amade dike, lê got "Hinek mişteriyên min yên taybet hene ku ew bi xwe dizayna cilê xwe diyar dikin û ez li gor xwesteka wan cil didirûm."

Ew niha li Kolnê ji deverên Soran, Behdînan, Botan, herêmên Êzîdiyan û ji her çar parçeyên Kurdistanê cilên jinan li gor dizaynên cûda dibire û didirû. Li gor agahiyên ku Perî Reşîd dane Rûdawê, bêtir di demên sersalê û Newrozê de mişteriyên wê yên kurd jê daxwaza cilan dikin û got, "Ji gellek welatên Ewropayê û ji Kanadayê jî mişteriyên min hene. Ne tenê Kurdên başûr, herwiha mişteriyên min ji Kurdên Bakurê Kurdistanê, Tirk, Faris, Ereb û Alman jî hene. Di demên sersal û Newrozê de bêtir jinên kurd ji min cilan dixwazin, lê demên din ji gellek welatên Ewropayê xwestekên taybet tên û ez cil amade dikim û bi postê ji wan re rêdikim." Perî Reşîd hewiha cilên şeva hinê jî û cilên bûkan jî amade dike.

Cilekî normal bi 120-150 Euro

Perî Reşîd di sala 1993ê de li Silêmaniyê dest bi dizaynkirin û dirûtina cilan kiriye. Piştî ku di sala 1999ê de hatiye Almanyayê, karê xwe li vir jî dom kiriye û niha bûye wek designer û terziyeke navdar di beşa cilên jinên kurdî de. Ew ji Kurdistanê qumaşê cilan tîne û li Kolnê bi serê xwe dizayn didê û amade dike. Wek ew dibêje mehê herî kêm 5 dest cil amade dike. Derbarê bihayê cilan de jî Perî Reşîd got, "Biha li gor qalîteya qumaş tê guhertin. Eger qumaşek normal be, bihayê cil di navbera 120 - 150 Euro de ye. Dema mişterî qumaş bi xwe re bîne, tenê bo dirûtinê ez 50-60 Euro distînim."

Keçên kurd yên model hene

Perî Reşîd çendîn caran pêşangeha cilên jinên kurd organîze kiriye û di van pêşangehan de 15-20 keç amade kirine. Derbarê dîtin û karê keçên model de Perî Reşîd got, "Ji ber hinek nêzîkbûnên şaş yên civaka me, dîtina keçên model bi rastî zehmet e. Nemaze di pêşengehê de, dema rojnamegerek an jî mişteriyek bixwaze wêneyê wan bikişîne, keç ji wê yekê ditirsin ku wêneyê wan bê belavkirin, lewma di malpera înternetê ya bo reklaman de cil li ser mankenên plastîk hatine danîn. Ji bilî keçên kurd, têkiliyên min bi çendîn keçên azerî, ermen, alman û ereb jî hene."

Perî Reşîd dixwaze karê xwe pêş ve bibe û li Kolnê bi navê Hawrîn cihekî taybet bi dirûtin û firotina cilan veke. Ew herwiha tevlî çalakiyên kulturî û pêşangehên cilan dibe. Ew di 3ê Adarê de li Hollandayê tevlî çalakiya Rojên Cilên Jinan ên Cihanê dibe û li wir nûnertiya cilên jinên kurd dike.

Mehr Bilder

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 01.02.2012 15:03.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Die richtige Adresse für kurdische Kleider HAWRÎN Köln

von Azadiyakurdistan am 02.02.2012 14:50

Ein normales Kleid kostet zwischen 120 und 150 €

Wenn man selbr Stoff für das Kleid kauft nimmt die Schneiderin für das nähen zwischen 50 und 60€.
Das ist doch günstig.

Bald ist ja Newroz und auf Newroz ist es schöner kurdische Kleider anzuziehen.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum