Erdoğan: Êrîş li demokrasiyê hate kirin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Erdoğan: Êrîş li demokrasiyê hate kirin

von GulaKurdistane am 02.11.2010 15:40

Enqere, 2 Mijdar (AKnews) – Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, got ku êrî$a pêr li Îstanbulê hatiye kirin pêvajoya demokrasîyê ji xwe re kiribû hedef.

Erdogan, îro, di Koma partiya xwe Partiya Dad û Ge$edanê (AK Partî) ya TBMMê de axivî û çalakiya xwekujî ya li Taksîma Îstanbulê qewimî, $ermezar kir.

Erdogan weha axivî, “Ev êrî$ên weha pêvajoya demokrasiyê têk didin. Heke me lez nedaba demokratîkbûnê pirsgirêk dê kêrtir bûya û rîskê mezintir dê bi xwe re anîbûna.”

Erdogan, xwest ku li dijî terorê bi hev re bizav bê kirin û da zanîn ku êrî$a Taksîmê ne tenê Tirkiye hemû mirovatî ji xwe re kiriye hedef.

Tayyîp Erdogan, îdia kir ku li Tirkiyeyê cara yekê wan milet-dewlet gihandine hev û weha domand, “Her ke me gelê xwe hembêz kir hinek ji vê yekê aciz bûn.”


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum