Erdogan beşdarî merasîma bîranîna Ahmet Kaya dibe

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Erdogan beşdarî merasîma bîranîna Ahmet Kaya dibe

von GulaKurdistane am 08.12.2010 17:31



Stenbol, 7 Kanûn (AKnews) – Li Tirkiyeyê, merasîma salvegera wefata hunermendê Kurd Ahmet Kaya, dê li Stenbolê were lidarxistin. Di merasîmê de, ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan jî be$dar dibe, dê belgevara bi navê “Firfiroka min li têlan eliqî” ku jiyana Kaya tîne ziman, were nî$andan.

Derhêner Umit Kivanç, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, fîlma “Firfiroka min li têlan eliqî” jiyana Ahmet Kaya ji zarokatiyê heta mirinê nî$an dide.

Hevjîna Kaya Gulten Kaya jî, diyar kir, be$ek ji fîlmê dê 11ê kanûnê li Stenbolê di merasîma bibîranîna Kaya de bê nî$andan. Kaya, da zanîn, fîlm dê Parîs û Viyanayê jî bê nî$andan.

Gulten Kaya, ragihand, pi$tre belgevar dê li ser malpera www.ahmetkaya.com were we$andin û wiha got, “Em ê bihêlin ku hemû fîlmê bibînin.”

Ji aliyekî din, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan jî dê be$darî merasîma nî$andana fîlma jiyana Ahmet Kaya bibe.



AHMET KAYA KÎ YE?

Sala 1957ê li Meletiyê ji dayîk bûye. Bi mûzîka xwe ya taybet, pêjvajoya derbeya le$kerî ya 12ê îlona 1980ê protesto kir. Kaya, sala 1999ê dema di merasîma wergirtina xelata Komeleya Rojnamevaên Magazîn (MGD) diyar kir, dê klîbekî bi zimanê kurdî bik$îne, rastî protestoya hunermendên neteweperest ên tirk hatibû. Ji ber îdiayên hebûna têkiliyên wî bi PKKê re, çûbû Fransayê û 16ê kanûna 2000ê li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû.


(AKnews)

Antworten

« zurück zum Forum