Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Zagros
Deleted user

Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!

from Zagros on 10/05/2011 11:31 PM

Ev wêneya li kîderê û kengê hatiye kişandin ne diyar e. Termê du gerîlayan ku bi ben û kindir ve hatine girêdan. Li pişt terman, gotinên 'welat yek nayê parçekirin'... Wek rêwresmek qurbandayînê/gorîdayînê. Ji vê wêneyê derdikeve ku ji komkujiyên Agirî, Şêx Saîd û Dêrsimê vir ve ku ji aliyê rejîma komara Tirk ve pêk hatine, tu tişt neguheriye.

 

Serokwezîrê rejîma Tirk Recep Tayyîp Erdogan dibêje: "Di welatekî ku ewqas mirov bi awayekî hovane tên kuştin de azadî û demokrasî ne gengaz/mimkun e." Erdogan dibêje ku li hemberî mirina sivîlan 'kezeba wî dişewite'. Ev wêne li kîderê û kengê hatiye kişandin li aliyekî, di çarçoveya 'ronahiya' (tarîtiya) gotina 'Welat yek e nayê parçekirin' de ku AKP heta dawiyê xwedî vê gotinê derdikeve, bedenên ciwan çawa tên parçekirin radixe berçavan û wîjdanan.

Ma 'kezeba' Erdogan dişewite. Kurdistan bost bi bost dişewite. Bedenên ciwanên Kurd di serdema desthilatdariya vî serokwezîrî de jî tê parpar kirin. Divê tu caran û hergîz neyê ji bîr kirin ku, ev bivirê ku di pişta ciwanan de tê çikandin dê rojek vegere xwediyê xwe jî...

Ger dixwazin bêjin, berdêl û bedela serînetewandinê, devnexwarkirinê ev e, dê hê pir li çavên gelê Kurd binêre. Yên ku ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' û xwe spartiye ber pêşê AKP'yê, bila bi baldartir vê wêneyê binêre. Bila carek din li xwîna ku pekyaye ser dest, dev û lêvên xwe binêrin.

Ev wêneya ku dibe ku li ber nizamiya leşkerî ya rejîma tirk a li Şemzînanê hatiye kişandin, kesên ku ev wêneya ji saziyên Kurdan re şandine, dixwaze konê tirsê li ser Kurdan vegire, lê belê ji niha û pê ve ev wêne dê nebe hinceta tirsê, dibe û dê bibe hinceta serhildan û raperînan.

ANF NEWS AGENCY60de15cc-1.jpg

Reply

APOcalpto

37, male

  Einsteiger/in

Posts: 104

Re: Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!

from APOcalpto on 10/06/2011 12:39 AM

Türkei = planet der affen

Reply

Biji_Kurdistan

26, male

  Fortgeschritten

Posts: 71

Re: Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!

from Biji_Kurdistan on 10/06/2011 01:33 AM

hahaha richtig

Reply

Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Re: Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!

from Azadiyakurdistan on 10/06/2011 03:27 AM

Rehma Xwedê li şehîdên me be. Ji xeynî parçebûna dewleta tirkiye, pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê Kurd bi tena serê xwe û tirk jî bi tenê bijîn. Em hemû dizanin ku Tirk di eslê xwe de wehşetî û nemirovatî ne. Ev ne cara yekê ye ku em wêneyên wisa dibînin.

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum