Fussbal U18 Duhok 4 Besiktas 1
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Kurdewari
Deleted user
Fussbal U18 Duhok 4 Besiktas 1
from Kurdewari on 09/07/2011 05:03 PMFussball U18 Duhok besiegt Besiktas. In einem FReundschaftsspiel der U18 beseigte Duhok mit 4 : 1 gegen Besiktas.
Duhok 4 Beşîktaş 1
Tîma yaneya (kluba) Duhokê serkeftineke baş li ser tîma Beşîktaşê (yarîzanên 18 salî) ya Tirkiyeyê bidest xist; 4-1.
Duhî li Stenbolê di çarçoveya kampa rahênanê ya tîma Duhokê de ya li Tirkiyeyê, tîmên Duhokê û Beşîktaşê yariyeke dostaniyê kir.
Di nîvê yekê de di deqîqeya 17ê de yarîkarê Duhokê Husên Kerîm golek kir û di deqîqeya 41ê de yarîkar Murad Kurdî gola duyê ya Duhokê kir.
Di nîvê duyê de di deqîqeya 72-ê de yarîkerê Duhokê Elî Ziyab gola sêyê kir, paşê tîma Beşîktaşê bi rêya Îbrahim Deniz golek kir û ber bi dawiya yariyê de yarîkerê Duhokê Casim Mihemed gola çarê ya tîma xwe kir.
Tîma Duhokê dê yariya xwe ya dostaniyê ya sêyê di 9-ê vê mehê de digel tîma Şaredariya Stenbolê bilîze.
Rahênerê Duhokê Ekrem Ehmed pêştir ji AKnewsê re gotibû, "Armanc ji van yariyên dostaniyê pitir destnîşankirina şaşiyên yarîkeran e û bigihin pêkhateyeke sereke daku bikare di yariya tîma me ya digel tîma Wehedat ya urdunî bi ser keve. Ez bawer im em ê tîmeke baş amade bikin."
Tîma Duhokê dê yariya xwe ya yekê ji qonaxa çaryek dumahiya Kûpaya Yekîtiya Asyayê di 13ê vê mehê de li Urdunê digel tîma Wehedatê bilîze.