(Geschichte / Dîrok ) ENFAL: Roja qirkirina Kurdan
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
(Geschichte / Dîrok ) ENFAL: Roja qirkirina Kurdan
von Azadiyakurdistan am 02.08.2010 21:55
Avestakurd - Enfal navê komkujiyeke li Ba$ûrê Kurdistanê ji aliyê rijêma Baas ve dijî Kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire. Her sal Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14’ê Nîsanê weke roja Enfalê dibîne û di vê rojê de çalakî yên cor bi cor tên lidarxistin. Di 8 qonaxên Enfalê de 182 Hezar Kurd di navbera dirokê 21’ê Re$emeh 1988 û 6’ê Îlona 1988 agno di 6 meha de hatin ennfalkirin.
Di dema desthiladariya rejîma Baasê de heya sala 1990’ê 210 hezar û 6 41 Kurdên sivîl di encama re$andina guleyan de hatin jiyana xwe ji dest dane û hatine bidarvekirin. Ji bilî wane tenê di nava 8 qonaxên operasiyona Enfalê ya li dijî Kurdan pêkhatî de 182 Hezar Kurd hatin enfalkirin. Enfala Kurdan ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyane. Enfala Kurdan 21’ê Re$emeha 1988’ê li Dola Caf (Cafetî) tê destpêkirin û 6’ê Îlona 1988’ê de li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxo heta Hemrînê tu warên Kurdan nahêlin, hemû ji holê radikin. Dîsa li Qeladiza Silêmanî, $ivan û Axçelera Kerkûkê û hwd... Piraniya Kurdên li van deveran dijî têne ku$tin, yên dimînin jî direvin Rojhilatê Kurdistan, Îran û Bakûrê Kurdistanê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.
KEÇ Û JINÊN KURD JIBO $ÊXÊN EREB DIHATIN VEQETANDIN
Li gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182 hezar Kurd hatine windakirin. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên gi$tî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku piraniya Kurdan bi saxî hatine binaxkirin. Keç û jinên Kurdan bo $êxên dewlemend ên Ereb dihatin veqetandin, qismekê wan jibo fihû$ê dibirin Misirê û Tirkiyeyê. Pi$tî têkçûna Rejîma Baas li seranserê Iraqê, gelek kom -goristanên qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Em dikarin destpêka enfalkirina Kurdan ya ji aliyê rejîma Baas ve wiha rêz bikin:
QONAXA BOMBABARANA 1974
Pi$tî ku Sedam Husên sala 1973 diçe bajêrê Qeladizê û tu kesê wê derê nayê pê$waziya Sedam. 24’ê Nîsana 1974’an bi bihaneya ‘destekê didin neyar û mulaxelef Îraqê’, balefirên $er yên rejîma Iraqê bajêrê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku wê demê li Qeladizê bû bombabaran kirn. Her wiha di 16’ê Nîsanê 1974’an ji bo cara yekemîn bajarê Helebçe hat bombabarankirin.
QONAXA KÎMYABARANA 1987:
Ji 15’ê Avrêla 1987’an heya 28 Pû$pera 1987’ê 28 gund û navçeyên li sînorê niha yên Herêma Kurdistanê hatin kimyabarankirin. Gundên wek Heledin, Bergelû, Kanîtû, Awejê, Sîrwan, Nûlçike, Çinare, $êxwesan, Mêwlake, Sîngir û Qizler yên girêdirayî Kerkûk’ê, Dolê Balîsan, navça Qeredax, Zêwê, navçeyê Dihok’ê, gundên Tomar, Qemer, gundê Gurgan, gundên Melekan, Gore$êr, Kendol, Berdok, Bilê, Nalî, Tahî, Nazenîn û Balîsan hatin kimyabarankirin.
QONAXA KÎMYABARANA 1988:
Ji 25’ê Re$emeha 1988’ê heya 29’ê Tebaxa 1988’ê 24 gund û navçe hatin kimyabarankirin. Gundên weke Sergekû, Yaxsemer, Heledin, Gwêzîle û dolê Cafayetî, Heneb, derdorên bajarê Helebçe, navçeyên wek: Sêwsan, Dukan, Belekcar, Caferan, Wilyan, gundên Goptepe, Hesker, Mayle, Serçima, $êxan, Kele$êre, Çemîrêzan, Qoçebilax û Zerzê hatin kimyabarankirin. Di 16’ê Adarê 1988’ê navçeya Helebce hat kimyabarankirin. Li gorî da agahiyên fermî 5000 kesên bêtawan bi kimyayê hatin kutin û bi qasî 10 Hezar kes jî birindar bûn û bûn qurbanên çekên kimyawî. Di 25-29’ê Tebaxa 1988’ê navçeya Gelî Bazê ji aliyê 12 balefirên $er yên Iraqê ve hat kimyabarankirin û di nava 4 rojan de zêdetirî 2 hezar û 980 kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji destdan.
KOMKUJIYA ENFAL:
El-Enfal navê komkujiyê ye ku li Ba$ûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve hatiye pêkanîn. Di 4’ê Avrêla 1980’ê de rejîma Baas bi hiceta ku di hêlê Olî de Kurdên Feyilî mezhebê wan $îiye û ne Sûnîne, dest bi ¬ ku$tina wan kir û di encam de zêdetirî 10 Hezar Kurdên Feylî hatin qetilkirin. Di 31’ê Tîrmeha 1983’ê de rejîma Baas 8 hezar mêrên e$îra Barzanî dîl digire û dikuje. Di Enfalê 1988’e ku bi 8 qonaxan re derbas dibe 182 hezar Kurd hatin enfalkirin. Her 8 Qonaxên Enfal jî li gorî dîrok û cihên esas yên Enfal lê pêkhat wiha ye:
• Enfala Yekemîn: 21.02.1988- 18.03.1988 Dolê Cafayetî û Merge
• Enfala Duyemîn: 22.03.1988- 01.04.1988 navçeya Qeredax
• Enfala Siyemîn: 31.03.1988- 18.04.1988 navçeya Germiyan
• Enfala Çar: 20.04.1988- 05.05.1988’an de Sinorê Hesker, Goptepe, $iwan, Qela Sewke û De$ta Koye.
• Enfala Pênc: $e$Âû Hefit, 24.05.1988- 31.08.1988’an de Navçeyên $eqlawe û Rewandiz.
• Enfala He$it: 25.08.1988- 06.09.1988’de deverên Behdînan û Zaxoyê hatin enfal kirin.
WATEYA ENFALÊ ÇIYE?
El-Enfal Sûreyek ji Quranê Pîroze û li gorî ola Îslamê, di dema pêxember (Hz. Muhemed) diçe Medineyê, li sala duyemîn yê hîcretê (koçkirinê) û pi$tî $erê Bedirê ji Mihemed re ji aliyê xwedê ve hatiye danîn. Sûreta El-Enfal bi gi$tî ji 75 ayetan pêk tê û navê xwe ji ayeta yekemîn girtiye. Peyva “Enfal” bi kurdî tê wateya “xenimetên $er”. Di sûreyê de ji bona Misilmanan tê neqilkirin ku bi çi awayî û ji kê re xenimetên $eran tên parve kirin.
Pêkutiyên li dijî Kurdan bi dawî nebûn. Pi$tî qonaxa Enfalê jî rejîma Baas Kurdan ji cih û warên wan derdixistin û li $una wan ereb ni$tecîh (binecîh) dikir. Her wiha di dema derbeya yekemîna Baasiyan ya sala 1963 heya 14’ê Gulana 1990’ê 10 Hezar û 641 Kurdên sivîl pi$tî giritina wan bi guleyan hatin ku$tin û darvekirin. Piraniya wan jî zarok, ciwan, jin, zilam û kal bûne. Tenê di meha Îlona sala 1985ê de 300 ciwanên bajarê Silêmanîyê ku temenê wan di navbera 17-23 salî de bu ji aliyê Baasiyan ve hatin bidarvekirin.
(ANF)
Silav û Rêz
Azad