Hejmarek Kurd ji Serê Kaniyê û Dirbêsiyê hatin girtin
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Oldest posts first ]
Hejmarek Kurd ji Serê Kaniyê û Dirbêsiyê hatin girtin
from Azadiyakurdistan on 10/25/2010 07:57 PMHate ragihandin ku heftiya bihurî hejmarek Kurd ji hêla ewlekariya ramyarî ve li Dirbêsiyê û Serê Kaniyê hatin girtin.
Vedorgeroka ewlekariya ramyarî ya sûrî roja 16.10.2010an êri$ bir ser dikana Zozan Mihemed û ew birin bo lê prisînê. Zozan bi tawana gurkirina nakokiyên bîrolî, birin pê$berî dadwerê le$kerî li Qami$lo. Sedema vê tawanê ew e ku wê be$darî di ahenga Newrozê de kiribû.
Di heman rojê de 2 Kurdên din li Serê Kaniyê hatin giritn: Yek ji wan Ebdilrezaq Silêman Sîno, ji ber çalakiyên Newrozê kiribûn, û yê din Ibrahîm xidir Hisên e.
Pênc$ema bihurî vedorgeroka ewlekariyê dora katjimar 2 ê $evê êri$ kir malekê û 2 bira girtin: $êxmûs Mihemed Elî û Elî Mihemed Elî.
Sedema girtina wan ne diyar e û cihê wan jî ne naskirî ye.
Rojekê pi$tî wê, Mihemed E$ref Mûsa Remo û Mihemed Oskan ji Dirbêsiyê, hatin girtin. Li gor agahiyan nexwe$iya dil bi Mihemed Oskan re heye.
Avestkurd
Silav û Rêz
Azad