Heqereta li Şêx Seîd hate mehkûmkirin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Heqereta li Şêx Seîd hate mehkûmkirin

von GulaKurdistane am 16.12.2010 14:19



Diyarbekir, 16 Kanûn (AKnews) – Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, di doza ku ji ber gotinên wî yên li ser $êx Seîdê Pîran li dijî wî hatibû tomarkirin de, mehkûm bû.

Neviyê $êx Seîdê Pîran Diyadîn Firat, bi hinceta ku di 13’ê kanûna 2009’an de ji bapîrê wî re gotiye “xirbende” (bi tirkî bozuntu), derbarê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî de, li Dadgeha Nobedar a Asliye Hiqûqê ya Enqereyê dawa tomar kiribû.

Rûni$tina dawaya tazmînatê ya sembolîk ya 5 lîrayî îro li Dadweriya Cezayê ya Sulhê ya li Enqereyê bi rêve çû.

$andeya dadgehê pi$tî ku guhdarî li herdu aliyan kir û di dawiyê de gotina “Xirbendeyên $êx Saît” wek heqeret li qelem da û Bahçelî mehkûm kir.

Derbarê biryara dadgehê de Dîyadîn Firat ji AKnewsê re got,” Emê xwedîtî li bapîrê xwe û mîrata wî bikin. Em nahêlin kes bêrûmetiyê li $êx Seîd bike. Divê rêz li $êx Seîd bê girtin ji ber ku wî mirin daye ber çavê xwe û li dijî neheqiyê rabûye.”

Devlet Bahçelî di 13’ê berfanbara 2009’an de, di mitînga li Qada Tandogan a Enqereyê de, gotibû: “Cudaxwaz li hikûmetê ye, li desthilatdariyê ye. …Ew dê Muheqeq bersiva xirbendeyên $êx Seîd û ta$eronê rûxanê Recep Teyîp Erdogan bidin.”

Bahçelî di rûni$tina cotmeha borî de bi rêya parêzerên xwe ve gotibû, “Armanca min ne ew bû ku ez heqaretan bikim.”

Pê$engê serlhildana sala 1925'ê $êx Seîd û 46 hevalên wî, li Meydana Derîyê Çîyê ya LI Diyarbekirê, bi biryara Dadgeha Îstiklalê hatibûn bidarvekirin.

Tevî ku 85 sal di ser re derbas bûne hêj jî neyê zanîn ka 47 kes li ku derê hatine ve$artin.


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum