Çima Erdogan dibêje 'kurd', lê Kiliçdaroglu nabêje

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


KevokaCiya
Gelöschter Benutzer

Çima Erdogan dibêje 'kurd', lê Kiliçdaroglu nabêje

von KevokaCiya am 24.12.2010 02:01



Tayyib Erdogan dibêje kurd, Kemal Kiliçdaroglu nikare bêje,

Çima?

Li vî welatî kurd tunene?

Henekê xwe neke.

Wê gavê?..

Di bingeha CHP-ê de înkara kurdan, kurdî û nasnameya kurdan heye. Gelo ji bo vê Kiliçdaroglu nikare bêje kurd?

Bawernakim.

Nexwe?..

Qey tirsa ku ez bêjim kurd ezê dengan li perav û rojavayê Tirkiyeyê wenda bikim e?

Dikare wisa be.
Lê mêzeke, Tayyib Erdogan bi salan e gotina kurd ji devê xwe qet kêm nake, li gel vê jî AK partî di hilbijartinan de du qatên CHPê dengan digre

Gelo Kiliçdaroglu jî li CHP-ê weka ku Baykal difikire, bila hindik be bila yên min be, mêzedike

Bawernakim.

Ba$ e wê gavê ê CHP çewa mezin bibe û pirsgirêkên ku bi salan e têde ye ê çewa bi$kîne?

Pirsek rast e.

Tu yê nebîjî kurd, nebêjî elewî û li benda dengan bî ne were.

Dikare wisa be.

Kiliçdaroglu Dersimî û elewî ye. Gelo eceba ji bo vê ev her du gotinan qet nagre devê xwe. Qet behsa kokên xwe nake

Yên wisa difikirin ne hindik in.

Li vî welatî bê ku gotina kurd bigrî devê xwe dikare pirsa kurd serrast bibe? Heta ku pirsa kurd serrast nebe dikare demokrasî û azadiya li vî welatî çareser bibe?

Bawernakim.

Lê em balê bik$înin nuxteyekê.

Kiliçadaroglu gotina kurd nagre devê xwe li ji Diyarbekirê yekî wek Sezgin Tanrikulu ku pirsa kurd ba$ dizane û mirovê mafê mirovan û hiqûqzan e dikare wî bigre Meclîsa partiyê û li dengê wî jî guhdarî dike.

Dîsa heman Kiliçadaroglu gotina kurd nagre devê xwe li lempa kesk ji bo diyaloga bi Ocalan re pê dixe. Ji alî azadiyan ve pi$tgirî dide, pê$ketineke ba$ e.

Ez jî nuha dipirsim.

Baykal dikaribûya vê çêke?

Qet bawernakim.

Wek vê dibê em eleqedere Kiliçdaroglu ya ji bo tevkujiya Dersimê a sala 1938an jî bibînin.
...
Dixwazim bêjim ku
Her çiqas Kiliçdaroglu nuha gotina kurd nagre devê xwe jî

Ê $a$ û gelek sist be ku em bêjin Kiliçdaroglu pirsa kurd nizane û hîs nake.

Ba$ e. xwe$ e, nebêje kurd, nebêje elewî, slav biÅŸîne ji Silivriyê(heps aku ergenekonî tê de ne) re, mixtira Sererkaniyê a ku hefteya buhurî ji bo zimanê kurdî dabû pi$tguh bike. Ma qet nûbûneke wisa dibe, ma qet bi vî awayî CHP ji Baykalîzmê rizgar dibe. Ma dibe ku bibî namzedê îqtîdarê bê ku ji berê rizgar bibî.?

Helbet ev pirsên me$rû ne.

Raste xizik û bersiva van pirsan dê nî$an bide ku Kiliçdaroglu ê bibe lîder an na.

Lê ne weka ku ji nuha ve hin kes xaceke li ser Kiliçdaroglu dixin, weke ku ez jî derî hinek vekiriî dihêlim hin kes jî hene

Ji ku zanim belkî jî di helwesta min de wekheviyên ku di CHPya ku min têde bi salan kar kir hene.

Netkurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 24.12.2010 03:15.

« zurück zum Forum