Kerkûkî: Die Türkei muss mit Ocalan und PKK sitzen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kerkûkî: Die Türkei muss mit Ocalan und PKK sitzen

von Azadiyakurdistan am 30.11.2011 15:25



Eine Gruppe von Journalisen aus Nords-Kurdistan haben sich mit dem Parlamentspräsidenten Kemal Kerkûkî getroffen. Kerkûkî sagte dass die kurdische Frage durch Dialoge gelöst werden sollte und für die Lösung der türiksche Staat sich mit PKK- Vorstizenden Abdullah Ocalan und PKK treffen muss.

Hewlêr: Şanda Ragihandina Kurdên Bakûrê Kurdistanê bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistan Kemal Kerkûkî re civiyan. Kerkûkî di civînê de diyar kir ku divê pirsa kurd bi rêya diyalogê çareser bibe û ji bo çareseriyê dewleta tirk bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK re rûne.

Serokê Parlementoya Herêma Kurdistan Kemal Kerkûkî şanda çapemeniyê li parlementoyê peşwazî kir. Delegeyên konferansê ji aliyê Endama Parlamentoya Kurdistanê Şîlan Abdulcebar û çend parlamenterên din ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê rojnamevanan Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ê Amedê Şêmûs Sefer axifî. Sefer, diyar kir ku hêvî dikin Hikûmeta Herêmê li hemberî zext û zordarîyên ji destê dewleta tirk dibînin bêdeng nemînin.

Kerkukî: Çareserî bi rûniştina PKK û Ocalan re pêk tê

Kerkukî jî di civînê de axivî û diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê pirsa kurd bi rêya aştî, demokrasî û dîyalogê çareser bibe û wiha got: "Êdî dewleta tirk bi rêya tûndiyê nikare pirsgerekê çareser bike. Divê êdî pirsgirêk bi diyalog û demokrasiyê pêş bikeve. Lazime dewleta tirk bi PKK û Rebêre wê Birêz Abdulla Ocalan re li ser masê rûnê, bi diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike." Kerkukî da zanîn ku êdî dema şer û tûndiyê nemaye û wiha berdewam kir: "Bi şer û tûndiyê pirsgerêk çareser nabe. Herdu alî jî zerarê dibînin. Roj roja hêza gelê sivîl in. Li Misir û devêren din binerin, gel rabû ser piyan û dewletê xwe li pêş wê negirt. Êdî dema şer derbas dibe. Bi tang û topan ev pirsgirêk çareser nabe."

'Me tû car negotiye PKK şer dixwaze'

Kerkukî anî ziman ku Rêberê PKK'ê hê jî girtî ye û dikarin bi wî re li ser maseyê rûnin û pirsgirêkê çareser bikin. Kerkukî pirsên rojnamevanan jî bersivand û wiha got: "Me tu carî negot PKK şer dixwaze. Em dibejîn ev pirsgirêk bi rêya şer çareser nabe. Divê herdu alî bi hevre pirsgirêkê çareser bikin. Lazime Erdogan di makeqanûnan de guhertinê bike û pirsgerek çareser bike"

Kerkukî girtin û binçavkirinên siyasetmedardên kurd ên li ser navê KCK'ê pêk tên jî rexne kir û wiha pêde çû: "Girtin û zextên li ser gelê kurdên Bakur nayê qebûl kirin. Ev zulme. Ne tenê li Tirkiyeyê li hemû parçêyen Kurdistanê zulim tê kirin. Pirsa pêşmergeyan jî hê li Iraqê çareser nebûye. Li Sûrîye hê kurd mêvan dihesibînin. Daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Dêrsîmê de ne besin. Divê gavan bavêje."

'Em hêvî dikin ku konferansa netewî demek zûtirin de bê lidarxistin'

Kerkukî derbarê pirsa îlankirina Kurdistana Serbixwe de jî destnîşan kir ku Kurdistana serbixwe mafê gelê kurd e û wiha axivî: "Eger hikûmeta İraqê zagona ku Kurdistanê nas dike, esas bigre em ê bi wan re di nava axekê de bijîn. Lê ger nas nekîn, emê bi rêya referandûmê pêşkêşî gel bikin." Kerkukî li ser mijara Konferansa Netewî ya Kurdistanê jî axivî û wiha got "Em jî hêvî dikin ku konferans demek zûtirin de bê lidarxistin û kurd bibin yek"

Şand çû serdan Berhem Salîh jî

Şand piştre çû serdana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih. Salih di hevditînê de diyar kir ku ew bo yekîtiya konferansê pir kêyfxweşin. Salih, da zanîn ku Kurdistana Iraqê îspat kiriye ku mafê kurd herî dawî li ku be jî bê dayîn. Salih, da zanîn ku pirsgirêk bi aştî û demokrasiyê çareser dibe.

'Pirsgerek bi êriş û bombabaranan çareser nabe'

Salih, li ser çareseriya pirsa kurd jî rawestiya û destnîşan kir ku pirsgirêk bi rêya şîddetê çareser nabe û divê bi diyalog, demokrasî û aştiyê çareser bibe.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum