Komela Îslamî: Em ji Bloka Kurd venakêşin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Komela Îslamî: Em ji Bloka Kurd venakêşin

von GulaKurdistane am 09.11.2010 14:44

Hewlêr, 9 Mijdar (AKnews)- Endamê $andeya Bloka Grûbên Kurdistanî û yek ji serkirdeyên Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm ragihand, ew ji Bloka Kurd venakê$in û çi mercên nû jî ji bo mayîna di wê blokê de daneyne.

Hekîm di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got, “Gotegota ‘Komela Îslamî ji bo ku di nav Bloka Grûbên Kurdistanî de bimîne çend mercên nû danîne’ ne rast e.”

Hekîm diyar kir, Serokê Herêma Kurdistanê ji wan re ragihandiye eger hemû aliyên Bloka Kurd pê razî nebin ew Projeyasaya Desteya Bilind a Hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê îmze nake.

Hekîm got, “Em meseleyên li Bexda û Herêma Kurdistanê têkel nakin û ji ber arî$eyên navxwe yên herêmê ji Bloka Kurd venakê$in. Hêvîdar im PDK û YNKê li Bexdayê zêdetir di xema parastina yekrêziya kurdan de bin.”

Meha borî hersê grûbên mixalefetê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê; Goran, Yekgirtî û Komela Îslamî di ragihandinekê de hi$yariya wê çendê dabûn, eger Projeyasaya Desteya Bilind a Hilbijartinên Herêmê bi bêyî liberçavgirtina têbiniyên wan bê pesendkirin, wê demê dê ji Bloka Kurd vekê$in.

Bizava Goranê 29ê Cotmeha borî, di daxuyaniyeke nivîskî de da xuyakirin, ji ber ku desthilatê bernameya wê ya reformê bi cih neaniye, bêbaweriya di navbera hêzên siyasî de kûrtir kiriye û Bloka Grûbên Kurdistanî ji bo armanc û destkeftên xwe yên hizbî bi kar aniye, ew neçar mane ji bloka kurdan vekê$in.

Komela Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de xwediyê 2 kursiyan e.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum