Kula Ziman’ê kurdî derket

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


GulaKurdistane
Deleted user

Kula Ziman’ê kurdî derket

from GulaKurdistane on 11/09/2010 05:48 PM

Diyarbekir, 7 Mijdar (AKnews) - Li Tirkiyeyê, pirtûka bi navê “Kula Ziman” derket. Pirtûk, derbarê pirsgirêk û zehmetiyên xwendekarên kurd e yên ku tirkî nizanin.

Pirtûka “Kula Ziman”, ji aliyê erkdarê perwerdeyê yê Zanîngeha Dîcle Vahap Co$kun, $erif Derince û Nesrin Uçarlar ve hatiye nivîsandin. Pirtûk, pêvajoya asîmîlasyona zarokên kurd tîne ziman.

Di pirtûkê de, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Diyarbekirê (DÎSA) ve hatiye fînansekirin û bi kurdî, tirkî û înglîzî hatiye amadekirin, zorî û zehmetiyên xwendekar û mamosteyên kurd di hêla ziman de, tê $irovekirin.

Yek ji xwendekarên bi navê Ahmet, wiha behsa bîranîna xwe dike:

“Dema em li dibistanê bûn, me di navberan de, bi zimanê dayîkê digel hev daxivî. Pi$tre, ew jî sînordar kirin. Ez bawer im, sala 96ê bû. Dema ew jî hat qedexekirin, êdî kesekî bi yên din re nedaxivî. Me bi hereketên dest û çavan digel hev daxivî. Zimanê me yê hevbe$, zimanê î$aretê bû. Êdî em fêr bibûn, dema me li hev dinêrî, me ji hev fêm dikir.”


AKnews

Reply

« Back to forum