Kurd berpirsên Sûriyê yên li Ewrûpa didin dadgehê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Kurd berpirsên Sûriyê yên li Ewrûpa didin dadgehê

von Biji_Kurdistan am 12.08.2010 02:43



Kurd hewl didin berpirsên Sûriyê li Ewrûpa bidin dadgehê

Çalakvanên Kurd ên Sûriyê li Ewrûpa hewl didin gilînameyên tawanbarkirinê amade bikin ji bo vekirina dozan dijî efserên ewlekariyê û berpirsên bilind ên dewleta Sûriyê li ba dadgehên Ewrûpî bi tohmeta encamdayîna kiryarên ku$tin û î$kencekirina heta mirinê dijî çalakvanên Kurd li Sûriyê.


Ew çalakvanên Kurd niha doseyên yasayî amade dikin derbarê kiryarên ku$tin û î$kencê, herwiha navên efser û berpirsên Sûriyê yên ku fermana cîbicîkirina van kiryaran dane. Di nav doseyê de serhildan û komkujiya Adara 2004’an li Qami$lo ku tê de bi dehan Kurd bi fermana aliyên siyasî û ewlekarî yên bilind hatine ku$tin.


Herwiha çalakvanên Kurd dixwazin doza Cîgirê dezgeha lêkolînên Îslamî ku endamê Meclîsa Gel (Parlamen)ê Sûriyê, Mihemed Hebe$, serokê wê ye, $êx Ma$ûqê Xeznewî li dadgehên Ewrûpa vekin. Tawaneke din jî ku$tina 3 ciwanên Kurde di ahengên pîrozkirina Newroza 2008’an li Qami$lo û bûyerên Newroza 2010’an li bajarê Reqa ku çend Kurd hatin ku$tin, birîndarkirin û girtin.

Zêdetir Bixwîne...

Antworten Zuletzt bearbeitet am 12.08.2010 22:03.

« zurück zum Forum