Kurd gefa dewleta serbixwe dixwin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kurd gefa dewleta serbixwe dixwin

von Azadiyakurdistan am 20.09.2011 16:02



Hewlêr: Parlamentereka Hevpeymaniya Kurdistanê ragihand ku ger Hikûmeta Navendî ya İraqê daxwazên Kurdan cîbicî neke, wê demê Herêma Kurdistanê wê dewleta serbixwe ya Kurdî ragihêne.

Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanê Amîne Seîd di daxûyaniyeka çapemeniyê de got: "Fraksyona Hevpeymaniya Kurdistanî aliyê yekemîn bû tevayî aliyên siyasî li hev kom kir û hikûmet pêkanî. Herwiha Kurdan çend daxwaz, mafên destûrî û yên girêdayî hilbijartinan hebûn, lê heya niha ji aliyê Hikûmeta Bexda ve nehatine cîbicîkirin."

Seîd di berdewama axaftinên xwe de got: "Ger Hikûmeta Navendî ya İraqê li ser cîbicînekirina daxwazan berdewam bû, wê demê Herêma Kurdistanê wê helwestek dijwar nîşan bide û hinek rêyên din bişopîne. Ew jî ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye."

Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanê Amîne Seîd di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser wê yekê kir ku niha Herêma Kurdistanê rastî çend pirsgirêkan bûye. Ger ew pirsgirêk nehatin çareserkirin, wê demê dê rageyandina serxwebûnê bifikirin û destûra İraqê garantiya mafê çarenivîsê daye Kurdan.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum