kurdische Filme

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

kurdische Filme

von Kurdewari am 14.10.2010 17:45

Kann mir einer sagen wo ich kurdische Filme im Internet gucken kann?
Ich suche unbedingt viele kurdische Filme. Egal ob Soranî oder kurmancî.

Vorallemn suche ich diesen Film :

Video

Ichhoffe jemand vone uch kennt den Film

Antworten Zuletzt bearbeitet am 14.10.2010 17:47.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: kurdische Filme

von Azadiyakurdistan am 14.10.2010 18:03

Ich kenn den Film nicht, kann man nicht vllt auf Youtube gucken ? Es sind ja paar Szenen drin.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Tahli
Gelöschter Benutzer

Re: kurdische Filme

von Tahli am 15.10.2010 02:02

@Kurdewari

Der Film heißt auf englisch "A silent traveler"(1993) und ist von Ibrahim Selam. Vielleicht hilft es dir ja weiter;-)

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: kurdische Filme

von Kurdewari am 15.10.2010 07:24

Sipas dikim Azad û Tahlî lê min dît û min temashe jî kir. Birastî ev filîm gelekî bi wate ye û mirov dixe nav mital de.

Antworten

Newroz_2010

-, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 677

Re: kurdische Filme

von Newroz_2010 am 16.10.2010 09:11

hmm, du suchst also kurdische Filme die man online sich anschauen kann....

dann such doch einfach bei youtube nach kurdische filme ....

Min dit
Close up Kurdistan
Azadi
Schilkröte können fliegen
Dol- Das Tal der Trommel mit Ciwan Haco und Rojin
Media Luna

zb :-)

Antworten

Mezrecux
Gelöschter Benutzer

Re: kurdische Filme

von Mezrecux am 06.02.2011 03:42

NÎVE-HEYVE

Derhener: Bahman Ghobadi

Cast: Ismail Ghaffari, Allah Morad Rashtiani, Farzin
Sabooni, Kambiz Arshi, Sadiq Behzadpoor, Ali
Ashraf Rezai, Reza Haj Khosravi, Mohamad Nahid,
Bahram Zarei Hedieh Tehrani, Golshifteh Farahani,
Hassan Poorshirazi.

Kurdistan (Iraq)-Iran-Austria 2006 / 114m / Kurdish

Sedam ji text ketiye û Mamo, muzîkarekî bi navûdeng
ê Kurd, dest bi rêwîtiya Iraqê dike ku ew û kurên xwe,
bi hev re, konserekî bidin. Hevalekî kevin diajo
mînîbasa ku diçe yek bi yek kuran top dike. Her
çiqas, yek ji kuran, dibeje ku kalûpîrên gundê wî
gotine ku hek rêwîtî dom bike ew ê tistên pir xirab
biqewimin jî, Mamo biryardar e ku dewam bike.
Sînor tên derbaskirin, zehmetî tên kisandin, ev
rêwîtî him dibe macerayek û him jî kesîf û lêkolînek. Ev fîlma bijarte ya nû ya
Bahman Ghobadi bi xelata ji bo nivîs û fotoxrafiyê re xelata bilindtirîn girt li
Fîlmfestîvala San Sebastian.


KÊLOMÊTRE NÎN

Derhener: Hiner Saleem

Cast: Nazmi Kirik, Belçim Bilgin, Eyam Ekrem, Ehmed Qeladizeyi, Nezar Selami.

France-Kurdistan (Iraq) 2005 / 96m / Kurdish

Îraq 1988. Ako, ku ji nû ve zewicî ye û bûye xwedî
zarok bi zorê dibe leskerê artêsa Sedam Huseyîn.
Leskerê nejdil, xeyala reva xwe ya ji welêt dike, lê
jina wî Selma naxwaze pêre here, ji ber ku bavê wê
nexwesê nav ciyan e. Ako disînin eniya ser ya li
sînorê Îraq û Îranê ku li wir ne tenê Ako dibe xwedî
serpêhatiyên rastiya serê, lê, her wiha, ji ber ku ew
Kurd e, ji hemî aliyan tedayî dibîne. Ji rewsa neçar
re pîvanên tund lazim in.


EXORCISM – DIAYÊ CINQEWITANDINÊ

Derhener: Made Omed

Cast: Tariq Akreyi, Omar Chawsheen, Hawjin Sardar, Haval Hamajwan.

Productor: Cultural Ministry in Arbil (Cinema Section)
Kurdistan (Iraq) 1993 / 80m / Kurdish

Di serhildana gelê Kurd ya 1991’ê de, Seddam êrîs
dike bajarên Kurdan. Ji ber êrîsên bombeyên
kîmyewî, bi hezaran Kurd direvin derdikevin serê
çiyan. Ev serê dawî bû di navbera gelê Kurd û
rejima Sedam de. Fîlm balê diksîne ser pîremirekî
bi navê Qudret Axa ku di ser de keça wî ya bi navê
Meyrem wenda dibe û ew bi alîkariya ciwanekî bi
navê Camêr li digere ku wê bibîne. Camêr ji Qudret
sozekê digire ku heke ew Meyremê bibînin, ew ê pêre bizewice. Pistî lêgerîneke
dûr û dirêj ew Meyremê di wargeheke penaberan de dibînin. Lê belê, Meyremê ji
xwe re evîndarekî peyda kiriye û naxwaze ku bi Camêr re bizewice û li ser vê
meselê sêrêsî-gengese dest pê dike.


SEVA SALAN

Derhener: Made Omed

Cast: Produced by Kurdistan Regional Government Ministry of Culture South

Kurdistan (Iraq) 2006 / 75m / Kurdish and Arabic

Pirdawd Kerkûkî û jina wî, ku ev 20 sal in di mala xwe
de dijîn, bêmal tên hîstin dema ku serbazeke
ritbebilind ya leskeriya Ereb, dest datîne li ser mala
wan. Ev yek di dema dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê
hêzên nîjadperest ên dewleta Îraqê de pêk tê. Dema
ku bajêr azad dibe, xwedîxanî û dagirker seveke pir
tengûzar derbas dikin bi hev re di nav xanî de ku li wir
rewsa wan, aliyên psîkolojîk û exlaqî û bijartekan
dertîne meydanê û tîne dighîne lûtkeyeke biheyecan.


NÊRGIZ VEDIBE

Derhener: Masoud Arif Salih & Hussein Hassan Ali

Cast: Hussein Hassan Ali, Masoud Arif Salih, Bakir Kovli, Beybun, Mohammed A.
Artishi, Ismail Zuber, Hakar Mohsin, Shahin Kivork

Kurdistan (Iraq) 2005 / 80m / Kurdish (Kurmanji)

Îraq di salên 1970 an de. Sedam Huseyîn û Sahê
Îranê peymana Cezayîrê îmza dikin û dûre pêkolî û
zordariya leskerî ya li ser gelê Kurd zêde dibin. Sedam
êrîsî herema Kurd ya serbixwe dike, ku li wir
xwendevanekî ciwan ê Kurd jî tevlî protestoyan bûye.
Dema ku hevalên wî tên girtin û êskencekirin û kustin,
ew biryar dide ku tevlî nava hêza pêsmergeyên ku li dijî artêsa Îraqê ser dikin, bibe.


ÎLAHIYA BERFÊ

Derhener: Jamil Rostami

Cast: Shadi Variani, Mohayeddin Variani, Masoud Yousefi, Abdullah Ahmadi, Jalil
Mohammad Veysi, Delnia Farajpour, Anvar Farajpour.

Kurdistan (Iraq) 2005 / 90m / Kurdish (Sorani)

Li gundekî ser qûntarê çiyayê li sînorê Îran û Îraqê,
jiyana adetî/kevnare û guherîna hemdem rastî hev tên.
Pistî ku zarok ji bo barîna baranê îlahiyekê dibêjin,
bêaviya demdirêj bi dawî dibe û demsaleke nû ya
hêvîyê xûya dike. Lê, ne ji bo Rojan ku bi Jian re hatiye
nîsankirin. Jian li derveyî welêt dixebite ku ji bo zewacê
pere bide serhev. Bavê Rojan, ku ji ber bêaviyê li ber
îflaskirinê ye, nikare ku êdî zêde ber xwe bide. Divê ku
Rojan bi Faegh, têcirekî dewlemend ê heremî re bizewice. Seîd, froskerekî
nedurust, ji îsyankartiya Rojan sûdê digire û Rojan di demeke pir kin de mecbûr
dibe ku xwe ji rewseke hêj xiraptir xelas bike.


BIRAKUJÎ

Derhener: Yilmaz Arslan

Cast: Valentina Christova-Katina, Jean-Luc Ristic, Cécile Navarro, Mai Seck, Yusuf
Geçtan.

Germany 2005 / 96m / German, Kurdish and Turkish

Îbo û Azad, du ciwanên Kurdên penaber in ku nû
gihîstine Almanyayê. Jiyana zehmet/dijwar ya
penaperiyê ji bo wan zû dest pê dike. Ew rastî
çeteyeke Tirkan tên û bi vê yekê jî diçin dikevine nava
jihevkustineke spîral û tolhildanê. Fratricide çîrokeke
teqemenî ya nakokiyên bêçare û tolhildana bixwîn e.
Ev portreyeke mirovatiya negihîstî ya hov û çavsor e ku
ji bo ewlekarî, rûmet û saxmayînê tekosînê dimesîne
di nav hawîrdoreke bi sîdet, li sirgûnê û bêqeydiyeke zalim ya civakê de ku wan
diavêje pista guhê xwe.


ROJBAJ HOLANDA

Derhener: Akram Sulayman

Cast: Shamaly Abarash, Shadan Fouad, Lava Akram Sulayman, Ko van der Van.

Holland 2004 / 90m / Kurdish (Sorani), English
and Dutch

Çîroka malbateke penaber ya ji Basurê Kurdistanê û
jiyana wan a li Holandayê di heyema ku ew li benda
encama serîlêdana xwe ya ji bo îlticayê ne. Malbat li
Holandayê xwedî tu statûyekê nîne û bi zorî divê ew li
gundekî bijîn û li wî gundê jî ew yekemîn penaber in.


HÊSTIRÊN ÇAVÊN BEKHAL

Derhener: Lauand Omar

Cast : Ozzie Aziz, Aware Xan, Fuad Kamo.

Kurdistan (Iraq) 2005 / 85m / Kurdish (Sorani)

Gundekî biçûk li basurê Kurdistanê. Bekhal keçeke
ciwan e û dixwaze ji jiyana xwe tistekê çêbike. Lê,
dayîk û bav, xwedî pîlanên cûda ne ji bo keça xwe. Ew
pêwîst nabînin ku keça wan biçe Zanîngehê. Hêviya
wan ew e ku Bekhal li mal bimîne û karê malê bike û
pistre jî bi kurmamê xwe, Sivan re bizewice. Bekhal
belkî vê yekê protesto bike li belê ew rastîn jî ketiye
davkê.


BÊRÎTAN

Derhener: Halil Uysal, Jinda Baran, Dersim Zeravanr

Cast: Beritan Cûdi, Jinda Baran, Rubar Qamislo, Ömer Harran, Jinda Wan,
Nugayla, Beritan Boran, Gesbun, Sterk Amed, Dersim Zeravan, Xebat Serhat,
Rezan Iran, Andok Amed, Ahin Qubani, M.Emin, Bager Mardin, Raperin, Hasan
Afrin, Erkan Safir.

Kurdistan (Iraq) 2006 / 180m / Kurdish (Kurmanji) and Turkish

Li serê çiyayên Kurdistanê hatiye kisandin, û listakvênên vê
fîlmê gerîlayên rastîn bi xwe ne. Ev çîrokeke rastîn ya jin-egîta
bi navê Bêrîtan -Gulnaz Qeretas e ku çûbû ketibû nava refên
gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê. Bêrîtan him helbestvan
û him jî servaneke azadiyê ye. Ew her wiha li dij sasiyên hin
serbazên PKK’ê jî ser dike. Di serê dawî de, ew xwe bi egîtane
ji zinarekî diavêje pistî ku berikên wê bi dawî dibin


DAVID Û LEYLA

Derhener: Jalal "Jay" Jonroy

Cast: David Moscow, Shiva Rose ,Callie Thorne, Peter Van Wagner, Polly Adams,
Ed Chemaly, Will Janowitz, Hany Kamal, Yousef Kamal.

Emerika 2006 / 108m / in English (some Kurdish, Arabic and Hebrew )

Komediyeke pir xwesik ya New Yorkê di derbarî,
sehwet, evîn û malbatên mezin de. Li New Yorkê,
cihûyekî Emrîkî, yê bi navê David ku ku qenalekê
televîzyonê de bernameyeke bi navê Seks û Bextewarî
pêskês dike, çav ber dide Leyla, keça Kurd ya xwînsîrin
û misilman ku serîlêdana wê ya ji bo penaberiyê
hatiye redkirin. Leyla, ku bi pasvesandinê re, rû bi rûye,
divê ku biryarekê girîng bide. Ew ê yan bi Davidê cihû
yan jî bi tixtorê misilman Ahmed re bizewice. Dema ku David Leyla bas nas dike,
ew dibe evîndarê Leyla. Ji ber ku ew dibîne ku Leyla keçeke xurt, zîrek, jêhatî û
dilnaz e û ew ji çanedeke kevnar ya ku disibe çanda cihûyan tê. Gelo, ew ê evîna
rastîn bikare li dij pêsinhikumtiya Civakê û pêkoliya/zordariya Medyayê ser bikeve.
Bersîv di nav vê fîlma orîjînal û watedar da ye.


kurdishcinema.com

Antworten

Mezrecux
Gelöschter Benutzer

Re: kurdische Filme

von Mezrecux am 06.02.2011 03:51

Filmen Belgewar


CANBAZ


Derhener: Özay Sahin
Germany-Turkey 2005 / 75m / Kurdish (Dimilki/Zazaki)
u Tirki

Koma Siyabend di nav belgeweriya musîkal ya Fatîh
Akin ya bi navê JI PIRÊ DERBASBÛN, de cîh girtibûn.
Ev belgawer li ser endamên komê û hevalên wan
radiweste di heman dema ku ew muzîka xwe çêdikin,
û dijîn li ser kolanên bajarê Stenbol ên mijûl û qerebalix. Birayên bi navê Murad û
Ehmed û hevalê wan Hesen ku li ser kolanan tîner dikisand, vedigerin welatê xwe
ku li wir ew gelek guherîn lê belê pir kêm bersîv, dibînin.


13 GULE

Derhener: Mehmet Hatman
North Kurdistan (Turkey) 2005 / 32m / Kurdish
(Kurmanji)

Hêzên bêewlekariyê yên dewleta Tirk, Ugur Qeymez ê
12 salî ku xwendekarê xwendegeha destpêkê bû, li
ber mala wan a li Qiziltepeyê, bi bavê wî re, kustin di
21/11/2004 an de. Bûyer bi sernivîsan ket rojeva
çapemeniyê beriya ku Yekitiya Ewropayê biryar girt ku
ew bi Tirkiyê re dest bi mizakereyên ketina nava Ewropayê bike. Ugur Qeymez, tenê
yek ji hezaran kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kustin e. Ev belgawer li
tekosîna malbata wî dinêre ku fêm bike ka çima kustin.

38

Derhener: Çayan Demirel
North Kurdistan (Turkey) 2006 / 68m / Kurdish (Zazaki)

Ev dokumanter lê dinêre ka dewleta Tirko li Dersimê (wek
Tuncelî hat bi nav kirin wek parçeke polîtîqaya Tirkkirinê)
siyaseteke çawa mesand ji bo ku vê herema Kurdistanê bike
Tirk di nav salên 1937-1938 an de. Fîlm dide nîsan ku ev
polîtîqaya Tirkandinê hat birêvebirin, bi karanîna zorekî
bêpîvan ya li dij însanên sîvîl û di encamê vê yekê de bi qasî
80,000 însan hatin kustin. Dîrektor Çayan Demirel, di fîlmê de,
nêrînên sahidan, îfadeyên mirovên ku hêj sax in, lokolîna
dîrokî, belgeyên resmî û nûçeyên nivîsarên di çapemeniya wê demê de, tîne ba hav
ku lê binêre ka ew tista ku li Dersîm hat kirin tevkujî (cenosîd) bû an na.


ENFAL

Derhener: Mano Khalil
Switzerland 2005 / 52m / Kurdish (Sorani)

El-Enfal navê sûreya hestemîn ya Quranê ye. Tê de ji
pêxember Mihemed re tê gotin ku ka divê ew çawa
xenîmetên serê di nav bawermendên xwe de par bike.
Sedam Huseyin fermanekî bi niviskî wesand û
pismamê xwe Elî Hesen El-Mejîd (Eliyê Kîmyewî) ji bo
serê li dij Kurdan desthilatdar kir. Fîlm ronahiyê dide vê serê jibîrvekirî û ew tîne li
ber çavên me. Di vê serê de ku ji 1988 an heta 1991 an dom kir, bi hezaran mirov
hatin kustin. Rejîma Nijadperest li Iraqê ji holê rabû lê xwîskpartiya wê li hê jî li
Suriyê li ser texte.


DAVID TOLHILDAN

Derhener: Mano Khalil
Switzerland 2006 / 54m / French, German and Kurdish
(Kurmancî)

Ev portreyeke belgawer ya David Rouiller, e. David
Rouiller, ciwaneke Swîs e û ew 5 sal berê tevlî tevgera
azadiya Kurdistan –PKK bû. Kurekî serokê berê yê
Dadgera Bilindtirîn ya Swîsa Federal, dev ji jiyaneke
xweshal û ewle ya li Swîsê ber dide û diçe dikeve nava jiyaneke tijîzor û zehmet û
xeternak ya li serê çiyayên Kurdistanê. Çîrokeke rastîn e ku pirsan dertîne holê di
derbarî siyanet, rûmeta mirovahiyê, pistgirî, azadî û sîdetê de.


DI NAVBERA DINYAN DE

Derhener: Yusuf Yesilöz
Switzerland 2006 / 54m /

Portreyeke tijîjiyan ya Gulê, jineke Kurd ku 26 sal berê
koçberî Swîsê bibû. Herçend jî Gulê bi civaka Swîs re
entegre bibe jî, bîranînên wê yên gund ên zaroktiya wê
hê jî dilê wê disewitînin.


SORÊ RENGÎ

Derheneren: Ismail Omer & Mam Pola
South Kurdistan (Iraq) 2006 / 20m / Kurdish (Sorani)
with English subtitles / PG

Li deverekî dûr yê Kurdistanê, jêhatinbariya kevnar ya
guldankçêkirinê di nav orta dilê jiyana rojane ya
malbatê de ye.


FIRÎN

Director: Sirwan Rehim
France-South Kurdistan (Iraq) 2006 / 82m / Kurdish
(Sorani)

Sêrko Bêkes, helbestvanekî navdar ê Kurd e ku ew
sêst salên dîroka Kurdan bi bîra mirov tîne. Sêrko
mecbûr ma ku welatê xwe biterikîne û li sirgûnê li
Swedê bijî. Belgawera Sirwan Rehîm, di heman dema
ku ew li ser jiyana helbestvanê lêkolîn dike, ew her wiha vegera wî ya welêt û
bûyerên dawîn yên li Basûr jî dide nîsan


AYÎNA HENÊ JI BO DÎKTATOREKÊ

Derhener: Hiwa Aminnejad
East Kurdistan (Iran) 2005 / 14m / Kurdish (Sorani)

Silemaniye, Kurdistan, sal 2005, sê-çar meh beriya
darizandina fermî ya Sedam Huseyîn. Avareh, pîrikeke
Kurd, bira û endamên malbata xwe wenda kir di
tevkujiya Kurdan de ku jêre Sedam Huseyin fermanê
dabû. Ji hingî ve, Avareh êdî pora xwe hene nedikir.
Pistî ketina dîktatorê, ne tenê Avareh dixwaze pora xwe hene bike lê belê ew
dixwaze eskere di nav gel de vê yekê bike.


MIN JI SÎPORÊ PIR HEZ DIKIR

Derhener: Kamo Jamal Hamid
South Kurdistan (Iraq) 2006 / 26m / Kurdish
(Sorani)

Çîroka du jiyanan, du destebirayên bastirîn û xewn
û azweriya ku wan tîne ba hav.


HEKE MUNZUR NEHERIKE

Derhener: Nezahat Gündogan
North Kurdistan (Turkey) 2004 / 40m / Kurdish (Zazaki) u
Tirki

Hevpeyvîn bi mirovên herêmî û akademîsyenan re li ser
mijara ka mêzîna xwezayî ya Dersimê wê çawa tesîr bibîne ji
bendavên ku li ser Çemê Munzurê bên avakirin û ka ew ê ji
bo mirovên ku li wir dijîn felaket û xeternakên bi çi rengî
derîne holê.


LI KERKÛKÊ VEGERÎN

Derhener: Karzan Sherabayani
UK-South Kurdistan (Iraq) 2006 / 90m / Kurdish
(Sorani) û Ingîlîzî

Sîh salan berê polêsên nepenî yên Sedam Huseyin
Karzanê 14 salî avêtin zîndanê û êskence lê kirin.
Sûcê wî Kurdbûna wî bû. Di 2005 an de, Karzan, ku
êdî welatiyekî Brîtanî ye, vedigere mala xwe ya zaroktiyê
pistî 25 salên li derveyî welêt. Ew dixwaze ji gel bipirse
ka gel pistgirî dide polîtîqayên Rojavayiyan ku dibe sedema serekî navxwe ya sîvîl
an jî ka gel Îraqeke parkirî dixwaze.

kurdishcinema.com

Antworten Zuletzt bearbeitet am 06.02.2011 03:54.

« zurück zum Forum