Li Kurdistanê zêdetirî 1000 hezar gund bêelektrîk hene/ Mehr als 1000 Dörfer haben kein Strom

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Li Kurdistanê zêdetirî 1000 hezar gund bêelektrîk hene/ Mehr als 1000 Dörfer haben kein Strom

from Azadiyakurdistan on 06/25/2011 06:57 PM



Wezîrê Elektrîkê (kareba) yê Herêma Kurdistanê Yasîn Ebûbekir, diyar kir, li Kurdistanê, zêdetirî 1000 gund ji karebaya nishtimanî bêpar in.

Yasin Abu Bakr Wezîrê Elektrîkê Yasîn Ebûbekir, ji AKnewsê re axivî û got, li gorî palana wezaretê, pêdana karebaya nishtimanî bo welatiyan, roj bi roj zêde dibe û anî ziman, niha rojane, 22 dimjimêr û 11 deqîqe kareba bo welatiyan tê dayîn.

Ebûbekir, daxuyand, wezareta karebayê, hewl dide bo ku karebaya nishtimanî bide hemû deverên Kurdistanê.

Wezîr Ebûbekir, wiha anî ziman, "Niha, li parêzgeha Hewlêrê, 990 gund xwediyê karebaya nishtimanî ne û 286 gund jî, ji vê bêpar in. Li parêzgeha Silêmaniyê 1 hezar û 177 gund, karebaya wan a nishtimanî heye û 750 gund jî bêpar in. Li parêzgeha Duhokê jî, 751 gund karebaya wan heye û ya 66 gundan jî tune."

AKnews

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum