Mesûd Barzanî: Die Rechte der Kurden müssen im Grundgesetz von Syrien verankert werden

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî: Die Rechte der Kurden müssen im Grundgesetz von Syrien verankert werden

von Azadiyakurdistan am 28.11.2011 20:38

Der Präsident von Region Kurdistan Mesûd Barzanî trifft sich mit dem Kurdischen Nationalrat aus West-Kurdistan



Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Selahedîn ligel Endamên Serkirdayetiya Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê civiya.

Li gorî MSHK'ê, di civînê de 11 aliyên siyasî û 11 nûnerê din ên serbixwe û çîn ên cuda cuda amade bûbûn. Di civînê de, aliyên Kurdên Rojava, derbarê Kongerya Niştîmanî ya li Qamişlo li dar ketî, pêşketinên dawî di warê rewşa Sûriyê de û rola Kurdan di van pêşketinan de, têkilî û dan û sitandinên wan ligel aliyê opozîsyona Sûriyê û helwêsta desthilatdariya Sûriyê, paşeroja mafê Kurdên Sûriyê de, dîtin û nêrînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin. Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî da diyar kirin ku, Herêma Kurdistanê ligel daxwaza gelê Sûriyê ye û aliyê Kurdên Sûriyê jî, divê gelekî bi bal ve têkilî ligel rewşa niha ya Sûriyê bikin. Her wiha Serok Barzanî got "Ji aliyê me ve ya girîng demokrasiyet û dayîna mafê Kurd li Sûriyê û ew danîn jî, divê di destûra paşeroja vî welatî de were pejirandin û Kurdê Sûriyê jî, li wan aliyan nêzîktir bibe ku zêdetir mafê Kurd didin." Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî der barê çawaniya helwêsta Herêma Kurdistanê de jî ragihand û got "Herêma Kurdistanê ji bo pejirandina wan mafan piştevaniya hewlên Partiyên Siyasiyên Kurd li Sûriyê dike." Her wiha Serok Barzanî keyfxweşiya xwe ji yek hewlêstî û yek girtinê re anî û got jî "Pêwîste peyama Kurd peyama aşitiyê be û siyaseta lêborînê û bihev re jiyan û têkiliya ligel hêzên demokratîk bike armanc û nabe hêz û aliyê Kurdên Sûriyê bibin beşek ji gengeşeya eşîriyê ku eger rû da, ji ber ku em xwedî dozeke neteweyîne û herdem divê siyaseta bihev re jiyanê ligel hemû pêkhatên Sûriyê birêve bibin û bi birayên Mesîhiyan ve jî dakokî li mafên wan bikin." Her wiha Serok Barzanî daxwaz ji serokên partiyan û amadevanan kir ku girîngiyê bidin xort û jinan. Ji aliyekî din ve Serok Barzanî, daxwaz kir ku lijnekê di nava xwe de avabikin boneyî danûstandinên têkilîdar bi pirsên qonaxa Sûriyê ve, çi li hundir û çi li derveyî welat.

Avestakurd

________________________________________________________________________________________

Mesûd Barzanî hat sich schon mehrmals mit dem Kurden aus West-Kurdistan getroffen. Die Regierung in Kurdistan unterstützt den Kurdischen Nationalrat und das ist was sehr gutes das die kurdische Regierung viel Erfahrung hat und die Kurden in Werst-Kurdistan vieles beibringen kann damit die Kurden in West-Kurdistan auch ihre Rechte bekommen und in ein demokratisches Syrien leben.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum