Mesûd Barzanî ji bo “24 leşkerên tirk“ daxwuyanî weşand

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Zagros
Gelöschter Benutzer

Mesûd Barzanî ji bo “24 leşkerên tirk“ daxwuyanî weşand

von Zagros am 23.10.2011 05:03

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li demek de ku ji bo hevdû têgihiştin û çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye bi rêya aştî û bingeha xebateke medenî destpêkiribû, bi mixabinî îro çarşem 19/10/2011 hate ragihandin ku li encama êrîşa grupekî çekdar ya li navçeya Hekarî (24) serbazê hêzên Tirkiye bûne qurbanî.

Em bi tûndî wê tawanê şermezar dikîn, bi eşkere radigihînîn ku ev kiryar berî li her kesekî din, dijî berjewendiyên gelê Kurdistane û berdewambûna wê ziyanekî mezin bi doza gelê Kurdistanê digihîne.

Ji bo wê yekê daxwaz dikîn ku ev êrîş rawestin, ji ber ku tu demekî şer çareseriya pirsan nekiriye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
19/10/2011

_______________________________________________

 

Ere birêz Berzanî ere, demekê ji Bawê te re ji digotin: "Tu çima şerê Seddamî dikî, sera te zordestiyê li me dike. Ger tu nebî Seddam tiştekê li me nake, jiyana me dê xweş bibe...".

Belê dîrok dubare dike. Yên duh wer gotine Serok Barzanî, îro heman tiştê dibêjin Serok Apo û PKK...!

Antworten

« zurück zum Forum