Osman Ocalan diyar kir ku wî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kiriye.

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Osman Ocalan diyar kir ku wî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kiriye.

von Kudo21 am 08.11.2013 13:54


Endamê berê yê Desteya Serokatiya PKKê û birayê Serokê PKKê Osman Ocalan diyar kir ku wî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kiriye û wiha got: "Ji bo ku rêjîma Sûriyê hêrs nebe me peyva Kurdistanê nexist nav navê partiyê."



 




Osman Ocalan beşdarî bernameya "Zelal" a televîzyona Zagrosê bû û derheqê PYDê de agahiyên balkêş da.

 

Ocalan di destpêka axaftinên xwe de behsa jiyana xwe ya sivîl û siyasî kir û ragihand, ew qet dujmintiya PKKê nake û wiha got: "Min 30 salan gotiye bijî PKK bijî serok Apo ji ber wê jî ez qet partiya ku min 30 salan mezin kiriye, biçûk nakim lê mafê min yê rexnekirinê heye."

Endamê berê yê Desteya Serokatiya PKKê derheqê PYDê de jî agahî da û diyar kir, dawiya sala 2003an wî PYD ava kir û wiha anî ziman: "Biryar bû Murad Qereyilan PYDê ava bike lê wî ev kar nekir û min PYD ava kir."

Osman Ocalan eşkere kir ku wan ji ber wê peyva Kurdistanê nexistin nav navê PYDê da ku rêjîma Sûriyê ji PKKê hêrs nebe ji ber ku bandora Sûriyê li ser hemû kadroyên PKKê hebû.

Osman Ocalan, her wiha ragihand ku wî dixwest ku partiyên PYD, PJAK û PÇDK bi serê xwe kar bikin û girêdayî PKKê nebin lê endamên din ên serokatiyê li dijî vê yekê bûn.

Derheqê siyaseta PYDê û Hevserokê wê Salih Mislim li Rojavayê Kurdistanê de jî Ocalan got, PYD û Salih Mislim mîna PKKê tevdigere û wiha axivî: "PKK tenê xwe rast dibîne û hêzên din jî hemûyan xayîn dibîne. Di nav reş û spî de dimeşe. Ev siyaseta di nav PYDê de jî heye û dîktatoriya rêjîma Sûriyê li Rojava dide meşandin." Rûdaw



Avestkurd.net

Antworten

« zurück zum Forum