Pirzik çiye û çend cûreyê pirzikan heye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Pirzik çiye û çend cûreyê pirzikan heye

von Azadiyakurdistan am 30.05.2010 23:14



AMED (HAWAR NET) -- Akne ango pirzik yek ji nexwe$iyên kronîk ên çerm e.

Pirranî xwe ciwaniyê de dide der. Nexwe$î bandora xwe li pirraniya ciwanan dide.

Di çerm de xwe bi pinkteyên re$, pizikan kiv$e dike. Bakterî di wan pizikan de bicih dibin û nexwe$iyê destpêdikin. Ciwan ji ber van pizikan gelek aciz dibin. Du cureyên akneyê yên sereke hene:

Acne Vulgaris: Akneya ku sedemê wê zêdebûna hormonên cinsî ye û wekî akneya lirê jî tê binavkirin.
Acne tarda: Di beriya balixbûnê yan di temenên dirêj de xwe dide der û wekî akneya nelirê jî tê binavkirin

Divê bi pirzikan neyê lîstin û neyê teqandin û divê girîngî bo paqijiya çermê were dayîn û bi sabûnên taybet rû were $û$tin.


Melhemek bo pirzikan

Malzeme;

Kevçiyek lanolîn

Spîçkên sê hêkan

2 sêv

Du kevçî rendeya kerewîzan

2 kevçî rezene

8 gr. arvanê ceh

4 qedeh ava gulan

Di qûçxanê de avê bikelînin.Firaxek din deyni ser ava kelandî. Ava gulan, sêva tozîkirî,rezene, arvan û kerewîzan têxin vê firaxê û bipijînin. Ku bû mîna pilorê, spîçkên hêkan û lanolînê tevle bikin û ba$ tev bidin. Ev melhem ji bo pirzikên li rûyê we , dê pir bikêr were.

Hawarnet.com

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum