Qazî Mihemed 1900, Mahabad 30. März 1947, Mahabad
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Qazî Mihemed 1900, Mahabad 30. März 1947, Mahabad
von Murad am 31.03.2013 22:18Wesiyeta Qazî Mihemedê nemir
Bi Navê Xudayê Rahman Û Rehîm, Ey Gelê Kurd! Birayên Hêja! Ey Gelê Minî Bindest U Di Bin Zilmê De!
Ez seetê talîya emrê xwe niha dijîm. Ji bona Eşqa Xûdê bes dijminatîyê bi hevre bikin, pişta xwe bidin hev, Ji hevre bibin piştek, li hember neyyarê zordest û zalim tev bisekinin. Xwe belaş ne firoşin.Dijminê gelê kurd pirin, zordest u xedarin. Sembola serfirazîya gela yekîtîye, hevkarî u pîştevanîye. Gelê yektiyê pek neyênê, hevsazîya wî nebê, herd...em wê mênê bindestê zalima u wê ê perçiqandin. Ti kemasîya gelê Kurda ji wan gelê diye cîhanê tuneye. Hetta Kurd bi fedakarî u meranîya xwe, ji wan gelê dîye ku xwe bin zilmê derxistin jî, pêşketîtirin. Dijmin, heta karê wî bi we hebê wê, we xwazê, gava kerê wa xilasbu, nema ber we dikevê, û we ticar na bexşînê. Gelê ku xwe ji bin bindestîyê derxistin jî, weke we bun, hema wana ji bona xilasîya xwe yekîtî çê kiribun. Weke gelê li ser ruyê cîhanê winjî xwe bindest nekin. Win yektiyê çê bikin, zikê xwe ji hev ne êşênin, xwe ne firoşin neyara, winjîyê xwe xilasbikin.
Birayên min!
Ji dijmina bawer nekin. Dijminê kurda ji kîjan netewî bin u ji kîjan komî bin, dijmin dijmine. Merhamet u ojdana wa nîna u dilê wa bi we na şewitê. Wê, we bi hev bidin kuştin, bi vir u derewa, bi pulu pera, wê we bênin hember hev. Dijminê kurda yê herî zalim, herî mel'un, herî bê xuda, herî bê însaf Ecemin.( îro Tirk ji wa pêşketîtirin). Li ser kurda her texlîtê fe'l u finasa, her texlit gunih/tawan/suca dikin, di hemî dirokê de dijminatîya kurda kirine, kîn gîrêdana u hejî mestir dewam dikin. Îsmaîl axa(simko), birayê wî Cevher Axa, Hamza Axayê Mengurî u hêjî be çiqasî dî, bi Qur'anê sund xwarin u xapandin, bi qelêşî, bi xinizî kuştin. Wana ji wan neyarên ku destê xwe li ser Qur'anê dayîn u sund xwarin, bi safîtî, bi pakîtî bawer kirin. Di dîrokê de heta îrojî kesî ne dîtîye Tirk/Ereb/Faris li ser sozê xwe mana. Ez birayê weyî piçuk ji were di bêjim, ji Eşqa Ellah destê hev bigrin, ji hevre bibin piştek. Bawer bikin Tirk/Ereb/Ecem hingiv bidin we, mutleqa di navda jehr heye. Ji virê Tirk/Ereb/Ecema Bawer nekin, Qanî nebin. Ku hezar carî destê xwe li Qur'anê bidin u sund bixwin jî armanca wa xapandina weye, armanca wa dek/hîle/fen a li we bikin.
Ez seetê talîya jiyana xwe dijîm. Ez di bêjim ji bona rêya rast nîşa we bikim, tişta ji destê min hat min nîşa we kir. Min bi ser û canê xwe tekoşîn kir, di vê rê de min qet jî xwe sist nekir. Ez niha ji were di bêjim ji Tirk/Ereb/Ecema bawer nekin, ji sundê wayî ku destê xwe li Qur'anê dayîn bawer nekin. Ez şîreta li we dikim ku ji bona Eşka Ellahê Alî ji sozê wan bawer nekin xwe ne xapênin. Ji ber ku ew ne Ellah nas dikin, ne ji pexambar, ne ji roja qiyametê bawer dikin, ne jî li huzura Ellah bawer dikin ku wê hesab din. Li gora wa, win musliman jî bin, ji ber ku win Kurdin bi gûnihin/sucdarin, win dijminê wanê, mal û jinê we ji wanre helalin.
Soza min dayî ne ku "ez we bi helim di bin destê dijmin" de. Ez gelek fikirîm liser raborîya me, li ser sozê Tirk/Ereb/Ecema ku soza didin gava wa pêşîyê me bi hîla di girtin û di kûştin. Ew tişt her dem li bîra min bun, ti cara min ji Tirk/Ereb/Ecema bawer nekir. Lê hema berya ku ew vegerin Mahambadê, bi nameyên ku şîyandin, Kurd u farîsê navdar yê ku bi balyozî/Elçîtî şîyandin û bi wara soz dan Dewleta Ecema, şahê Ecema ku yek nuqte xwîna kurda ne rijênin u ti nîyetê wayî xirab nînin. Heger îxaneta reîsê/serîyê eşîrate ne bana, wa xwe ne firotibana hûkumeta Ecema, ev tiştê henê bi ser me û Cumhurîyeta me de ne dihatin. Şîreta min, wasîyeta min ji were eve ku; ZAROKÊ XWE BIDIN XWENDIN. Ti kemasîyê me nînin ji wan gelê din, ji xeyrî hevotin(xwendin)a me pêve. Jİ BONA WİN Jİ KARWANÊ GELA QUT NE BIN BI XWÊNIN. XWEN LI HEMBER NEYARA ÇEKA HERÎ DIJWARE.
Bawer bikin û bi zanibin ku, heger hevsazî, hevotî u yekîtîya we baş bê winê li hember neyara serfîrasîyê bistînin. Kuştina birayen min u kuramên min bila çavê we ne tirsene. Heta em bi gihejin armancê xwe hejî gelek wê di vê rê de, wê ji me bêne kuştin.( em ne xebitin, em bi xebitin we bêna kuştin, madem wisaye, madem emê ben kuştin qene emê xebitin belku tiştek pê ve werê)
Ez ji sedî sed bawerim ku hê ji me piştî mere, gelek kes bi rîyakartî, bi dirûtîyê wê en xapandin, wê ji hole en rakirin.
Ez ji sedî sed bawerim ku, piştî mere gelek kes, wê ji me bi hunertir, ji me bîrewertir jî bin wê bi kevin dafû xefkê Tirk/Ereb/Ecema de. Ez hevî jî dikim ku kuştina me we ji kurdare bibê îbret, wê jê fer bistînin.
Şîreteke mine dî eve: bextewarbuna gelê me, qencîya gelê me bi xwazin(dua bikin). Gel ji were bibê arîkar, win jî yê bi arîkarîya Ellah gihejin serkeftine û serefrazîyê. Wûn dikarin bêjin çima "di ne gihiştî serefrazîyê"? bersiva we ez di bêjim "Wallahî ez serefraz bum. Ez ji bona gelê xwe mal u canê xwe didim. Serefrazîyeke ji ve mestir heye? Nîmetekî ji vî nîmetî mestir heye?" ji min bawer bikin ku herdem min xwest ku mirineke bi ruwe sipî derkevîm pêşîya Ellah, Resulê wî, gelê xwe u watanê xwe. Ev ji minre serkeftine.
Heskiriyên min!
Kurdîstan mala hemî Kurdanê. Di hemî malan de, yê di malê de dimînin kî bi zanîbê kîjan karî wî didin wa. Îca mafe kesî nîna ku zikê xwe bi êşênê. KURDÎSTAN JÎ MALEKE WİSAYE. HEGER WİN Bİ ZANİN KÎ DİKARÊ Dİ VÊ MALÊ DE KAR BİKÊ, BİLA KAR BİKÊ.
Îca kevira nekin rêya wa de. Xemgîn ne bin hinek ji we barekî/karbidestîyeke mezin danin ser milê xwe, we karbidestê bene cih, ye ku karbidestê bêk tenin gelek tişt bi kevin para wa û ku wê vî karî bikin. BAWER BİKE BİRAYÊ TÊYÎ KURD Jİ NEYYARE KÎNDAR ÇETİRE. Heger barê giran, karbidesta mezin ne li ser milê min bîya, îro ez ne li bin sêpê daleqandinê bama. Li hember hev ne tamakar bin. Yê ku emrê me ne tanin cih, ne tenê bê emrî dikirin, ji mere tam bubun dijmin. Niha ew li mala xwe di nav zarokê xwe de di xewa şîrîndene. Ji ber ku me xwe kiribu karkerê gel, ji ber ku me kar ji gel re dikir, niha ez li bin sêpê daleqandinê me u ez seetê talîye demê xwe bi nivîsandina wasîyeta xwe di bihurenim. Heger karbidesteke mezin ne liser mile min bîya ez jî niha di nav zaroke xwe de, di xeweke şîrînde bame. Hal Ewe ku ez niha şîreta xweya berya mirina xwe tişte ku win piştî mirina min re bikin di bin dara daleqandinê de di nivîsim. Ez bawerim jî ku hineka ji we ji bedêla min ve ev kerbidest bi xwe girtiba niha ew di şuna minde li bin vê sêpê daleqandine de bun. Ji bona riza Ellah bistînim,ez bi karkerê gelê Kurd, bi vê karbidesta li ser milê xwe va şîretê li jêr ji were di bêjim. Hîvî dikim ku ji vir u pêde win jê fêr bibin, gûhê xwe bidin şîretên min. Bi arîkarîya Ellah winê li hember Neyyar u dijmina serfiraz bibin.
1- Bawer bikin ji Ellah, Pêxemberê wî(selama Ellah li ser bê) u her tiştê li cem Ellah, îmanê bênin, vecîbê dînê xwe bi xwertbun bênin cih.
2- Yekîtî u hevsazîya di nêva xwe de bi parezin, nebaşîyê bi hev nekin bi teybetî di qada kar u karbidestîyê de ne tamakarbin.
3- Ji bona neyyar we ne xabîne rada hevotîaya/ferbuna xwe zede bikin.
4- Ji dijmina pi teybet ji Tirk/Ecema bawer nekin. Ji ber ku Ecem/Tirk bi çend alîya ve neyarê wene. Neyarê dîn u gel u ziman u wetenê wene. Dîrokê îspat kiriye ku li hember Kurde herdem li hênceta gerîyanê. Bi sucekî gelek biçuk jî wa di kûjin. Li hember kurde her texlît suca jî dikin.
5- Li vê cîhanê ji bona tişte bicuk u be qîmet, ji bona çend roje jîyanê bêteybet xwe ne firoşîn neyara. Ji ber ku neyar neyara emînatî li neyara ti car nayê.
6- Îxanetê di qada sîyasî, maddî, man evî û namusê de nekin. Ji ber ku xaîn li ceh Ellah u li cem mirovan sucdarê. ÎXANET Lİ XAÎNA Dİ VEGERÊ, XAÎNA Dİ KUJÎ.
7- Heger yek ji we, bê îxanet karê xwe bike win jî jêre bibin arîkar, ji bo zikeşayîyê u tematîyê li hember wî nesekinin, an jî Ellah ne nivîse di derheqê wî de ne bin ajanê neyara.
8- Bi vê wasîyeta min tişta ku di derheqê mizgevt, dibistan u nexweşxana de min nivîstî bi xwazin, ji bona va daxwaza benîn cih taleb bikin.
9- Weke wan gelên din ji bona ji bin bindestî u zortestîye xilas bibin bi xebitin, tekoşînê bikin, xwe ne hêlin li paş. MALÊ CÎHANÊ NE TEYBETE. HEGER WETENÊ WE HEBÊ WÎN AZADİN, SERBESTİN, WÊ DEMÊ HEMÎ TİŞTÊ WE, WÊ HEBİN, MALÊ WE, MİLKÊ WE,DEWLETA WE, ŞEREFA WE WÊ HEBÊ.
10- Ez bawer nakim ji vî canê Ellah dayî pê ve deynê kesekî li min hebê. Lê hema heger deynê hineka li min hebê hindik jî bê, gelek jî bê, min gelek mal u milk şun xweve hişt, bila herin ji warise min deynê xwe bi xwazin.
Heta win hevdu ne girin win nagihijin serfirazîyê. Zilmê li hevdu nekin. Ji ber ku Ellah zu zalima tune dike. Zulum wê tune bê, wê ji hole rabê, ev soza Ellah a. Ellah we heyfê ji zalima bistînê.
Armanca me şîret bu, me kir.
Em we hewaleyî Ellah dikin, em diçin.
Karkerê gelê xwe u wetanê xwe Qazî MIHEMED