Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

1  |  2  |  »  |  Last [ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 03/07/2011 12:37 PM

Barzanî got em ji Kerkûkê dernakevin



Wezîrê pêshmergeyan, di axiftineke xwe ya digel rojnamevanan de, ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ferman ji wan re daye ku li navçeyê dernekevin û aramî û ewlehiya navçeyê biparêzin

Li ser daxwaziya Erebên shovenîst, ku dibêjin bila pêshmerge li bajarê Kerkûkê derkevin, wezîrê pêshmergeyan jî ragihand, ku hîç hêzek nîne bikare hêzên pêshmergeyan, ji Kerkûkê derxîne.

Her wiha wezîrê pêşmergeyan, di axiftineke xwe ya digel rojnamevanan de, ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ferman ji wan re daye ku li navçeyê dernekevin û aramî û ewlehiya navçeyê biparêzin.

Netkurd

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 03/02/2011 11:28 AM

Shêniyê Kerkûkê daket kolanan û ala rengîn berz kir



Pishtî ku duh êvarê, çûn û hatin li Kerkûkê hat qedexekirin, îro katjimêr 4 pishtî nîvro ew qedexe hate rakirin. Pishtî ku qedexe hate rakirin, shêniyê Kerkûkê ji bo ku pishtgiriya hatina pêshmergeyan bikin daketin kolanan û alayên Kurdistanê berz kir.

Danîshtvanên Kerkûkê kêfxweshiya xwe ragihandin û dan zanîn ku hatina hêza pêshmergeyên Kurdistanê rê li pêshiya plana Ba`sî û shovenîstên Ereb girt û ewlehiya Kerkûkê parast.

PUKmedia

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 03/01/2011 09:57 AM

4 gerideyên bi bombe diçin bo Kerkûkê

Serfermandarê polîsê bajarê Kerkûkê Lîva Cemal Tahîr, da zanîn bo wan hin zanyarî hatine, ku ji aliyê terorîstan ve 4 otomobîlên bombebarkirî bo Kerkûkê hatine rêkirin, da ku di nav xwepêshandana dê sibê bê kirin, biteqinin.

Ji ber vê jî sibê demjimar 06:00 ta demeke nediyar hatina gerideyan bo bajarê Kerkûkê û derkeftina hemwelatiyan bo kolanan qedexe ye û ev kesên ku bêne derve jî dê bên girtin.

Her wiha Liva Cemal Tahîr ragihand ku pêshmerge bo parastina hemwelatiyan hatine Kerkûkê û niha li devrûberê Kerkûkê bilav bûne û ewlehiya bajar diparêzin û ev hatine jî bo demî ye, pishtî ku rewsh ewle bû pêshmerge dê vegere cihê xwe.

PukMedia

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 03/01/2011 09:52 AM

Kurdistanî - XELKÊN KERKÛKÊ BI DESTKÊN GULAN PÊSHWAZÎYA PÊSHMERGE KIRIN



Peyamner PNA – Aram Shêrko / Kerkûk – Dema ku hêzên pêshmerge çûn nav bajêrê Kerkûkê, xelkên bajêrê Kerkûkê destkên gulan pêshkêshî wan kirin. Niha rewsha bajêrê Kerkûkê bi gishtî hatiye kontrolkirin û hemû neteweyên nav bajêrê Kerkûkê, shadbûna xwe didin nîshandan ji ber ku êdî ewledarî li bajêrê Kerkûkê çê bûye.

weiterlesen

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 03/01/2011 09:30 AM

Sibe nijadperestên Ereb li Kerkûkê meshekê çêdikin



Avestakurd - Sibe nijadperest, fashîst û dijberên Kurdan li Kerkûkê meshekê li dijî hebûna Kurdan çêdikin.

Erebên ku xwe ji bo meşê amade kirine dibêjin divê Kurd ji Kerkûkê derkevin û Kurdên li wir dimînin jî, divê xwe beshekî ji Kurdistanê nebînin.

Nijadperestên Ereb û beshek Turkiman dibêjin Kurdên li Kerkûkê dijîn, her wiha divê ji Kurdistanê re nebêjin Kurdistan, bibêjin bakurê Iraqê.

Li aliyê din Kurdan jî xwe amade kirine ku Kerkûkê biparêzin.

Her wiha cîgirê serokê PDK Nêçîrvan barzanî got, heta ku Kerkûk aram nebe, wê pêshmerge ji wir dernekevin.


Avestakurd

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 02/28/2011 06:48 PM

General Ezîz Weysî ji bo AVESTA: Kerkûk di nava destên me de ye



Avestakurd - General û fermandarê Pêshmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî îro ji malpera Avestakurd re axifî û got di derbarê Kerkûkê de got...

Kerkûk di nava destên pêshmergeyan de ye û bila Kurd xema tishtekî nexun.

General Ezîz Weysî her wiha di derbarê hejmara pêshmergeyan de ku li Kerkûkê ne got, hejmara wan têra wê yekê dike ku ew Kerkûkê biparêzin.

General Weysî diyar kir ku hêzên pêshmerge bi moraleke bilind ji bo parastina Kerkûkê amade ne.

AvestaKurd

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 02/28/2011 01:57 PM

Barzanî: Ta pirsa çareser nebe pêshmerge li Kerkûkê ne



Hewlêr, 28 Sibat (AKnews) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di civîneke rojnamegerî de ragihand, ku hêzên pêshmerge ji bajarê Kerkûkê dernakevin ta rewsha bajarê Kerkûkê aram nebe.

Nêçîrvan Barzanî pishtî kombûna li Kerkûkê ya hemû part û aliyên Kurdistanê,
ku taybet bû bi gengeshekirina gef û hersheyên ji çend grûp û aliyên ereb yên Kerkûkê ve, li dijî kurd û hemû dam û dezgehên partiyan pêk hatin, civîneke rojnamegerî li dar xist û daxuyaniyên girîng dan.

Di civîna duhî di navbera part aliyên kurdî de ku duhî li bajarê Kerkûkê hatibû lidarxistin biryar hat dan, ku heta rewsha bajêr asayî nebe, hêzên pêshmerge jî ji bajêr û derdora wê dernakevin.

Di civîna rojnamegeriyê ya pishtî lidarxistina vê kombûnê de, naveroka vê kombûnê hat pêshkêshkirin û hat ragihandin, ku hemû part û aliyên Kurdistanî sebaret vê rewshê de hevhizr û hevraman in.

Nêçîrvan Barzanî derbarê bicihkirina hêza pêshmergeyan li Kerkûk û navçeyên derdorê de, wiha got:

“Heta rewsha bajarê Kerkûkê xwesh nebe, pêshmerge venagere. Pêshmerge ne ji bo xerabkirina rewsha Kerkûkê hatiye. lê belê rewsh xerab bûye û divê hêzên pêshmerge li vir bin, ta ku ser û malên hemwelatiyan parastî bimînin.”

Barzanî derbarê civîna part û aliyên kurdî de got ku Biryar jî hat dan, ku komîteyek ji partiyên Kurdistanî pêk bihê, da ku lêkolînan sebaret doz û daxwazên xelkê de bike û pîkol bihên kirin, ta ku guherîn û sazkarî bihên encamdan û doz û daxwazên xelkê jî pêk bihên.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, “Em daxwaza bicihanîna benda 140ê dikin da ku hemû pirs û kêshe bihên çareserkirin. Em guherînên pêwîst yên ku divê li Kerkûkê jî bihên kirin, ji birêveberiya Kerkûkê bi xwe re dihêlin. Ew berjewendiya xwe bashtir dizanin.”

Hêjayî gotinê ye ku roja eyniya raborî çend grûp û aliyên ereb yên Kerkûkê, li dijî kurd û hemû dam û dezgehên partiyan gef û hersheyên tundrê pêk anîn.

AKnews

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 02/28/2011 01:05 PM

Tu rast dibêjî xwiha min,

lê em kurd hê ne gihane wê astê ku em bi xwe xwe qebûl bikin.
Herêma Kurdistanê û kurdên li wê herêmê bi zanebûn di ser ereb an turkomanan de ne çûn da ku ew ji kurdan aciz nebin.
Lê ji ber ku erebên fashist di ser kurdan de çûn êdî kurd wê Kerkûk bikin Kurdistan...
Ji xwe Kurdistane lê ji ber sher di navbêra kurd û ereban de sernekevê deng ne dikirin.
Lê êdî ez bawerim ereb di ser xwede diçin. Kurd ew tishtî qebûl nakin û pêshmergê Kurd û Kurdistan wê welatiyên xwe biparêzin.

Ez dibêjim hem Goran û hem jî erebên fashîst xwe himberî desthiladara Kurdistanê bi rêk û pêk dikin.
Belê bila Goran xwe himbêrî hukumeta Kurdistanê bibînê û tevbidegrê ji ber ku opozîsione, lê nayê wê watê ku hukumetê bidê erdê. Ev ne di berjewendiya gelê Kurd û kurdistanê ye ev di berjewendiya dijminên kurdan e.

Xwepêshandan an jî xwenîshandan li her awayekî tê qebûl kirin lê ne bi shîdet an jî bi tehdît kirinê.
Wekî serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî gotî, xwepêshandan mafê herkesî ye û rewa ye.
Ez jî hêvî dikim ku kurd nekevin di berjewendiya dijmin de û ew tishtên destkevtî ji kurdan newin standin.

Welat welatê me ye û emê jê razî bin, emê jê aciz bin, emê feqîr bin, emê dewlemand (zengîn) bin, emê bircî bin, emê têr bin û hwd. Divê em bi xwe xwe îdare bikin da ku em welatekî azad ava bikin. Bi van tishtan em nagihin ti encaman.
Bileqs emê winda bikin. Bila KUrd werin li ser hishê xwe û wekî misrê û tunîsê neynin li serê xwe.
Mesud Barzanî ne dîktatorekî mîna Mubarrek an Qazaffî ye. Em nikarin ku ew tishtên li welatên ereba bi din ber tishtên li kurdistanê hev. Gelekî ji hev cûda ne. Me ne welatek azad heye ku em hikûmetek bidin erdê.

Reply

Ez_u_Tu

38, female

  Einsteiger/in

Posts: 223

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Ez_u_Tu on 02/27/2011 08:29 PM

Ciyayê Hemrîn ji berê da ê Kurda ye. Gerek Ala Kurdistanê li her deverekê werê bakirin.

Ereb dixwazin Kurdên li Kerkûkê bitirsînin lê Kurd zanin ku Pêshmerge li pishtî wan in ji ber wê natirsin û ê welatê xwe biparêzin.

Ereb tishtek li Kerkûkê winda nekirine bila bicehemin herin bajarên xwe.

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

from Kurdewari on 02/27/2011 02:54 PM

Die Antwort der Peshmerge auf die faschistische Araber....
Sie haben die kurdische Flagge auf dem Berg Hemrîn gehisst....

Reply
1  |  2  |  »  |  Last

« Back to forum