Sembola berxwedêriya jina kurd
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer
Sembola berxwedêriya jina kurd
von GulaKurdistane am 16.12.2010 14:50Perî$an Ozlu ya 50 salî ku di sala 1993’an de bi zorê ji gundê xwe hate koçkirin, bi î$kenceyê hevserê xwe û ji 2 zarokên ku tevlî PKK’ê bûn yek winda kir, çav li riya 2 zarokên xwe yê di girtîgehê de ye. Ozlu, li gel hemû ê$an bi hêviya a$tiyê li ser piyan e.
Perî$an Ozlu di sala 1993’an de bi darê zorê ji gundê xwe hate koçkirin û nî$ana ê$an a dayîkên herêmê ye. Hevserê wê bi î$kenceya giran fel çû bû. Ji 2 zarokên wê yên ku tevlî PKK’ê bûne yekî jiyana xwe ji dest daye. Li gel van ê$an 2 zarokên wê jî li girtîgehê dimînin. Dayîka Perî$an a ku 7 zarokan wê hene, niha tenê 3 zarokên wê li cem mane û ji ber ê$ên dîtiye, felç bûye. Ozlu li gel van ê$an bi hêviya a$tiyê li ser piyan dimîne.
‘Ji 7 zarokan 3 tenê bi wê re man’
Perî$an Ozlu li gundê Bileh û Binev$an a Colemêrgê ji dayîk bûye di 15 saliya xwe de bi Pismamê xwe Îrfan Ozlu re zewicî. Hevserê wê Îrfan Ozlu li gun ji hêla le$karan ve bi serdagirtina mala wan de hate binçakirin. Gund hate $ewitandin û gel jî bi zorê hatin koçberkirin. Îrfan Ozlu ku demekî dirêj di binçavan de ma û rastî î$kenceyên gelek giran hat û felç bû. Malbata Ozlu ji gundê xwe neçar dimînin derdikevin li Taxa Xaçortê ya Wanê bi cih dibin. Kurê wê yê mezin Ferman (Mazlûm Mamxûrî) tevî PKK’ê dibe. Dayîka peri$an li gel xîzaniyê 6 zarokên xwe dinêre, serê sibehekê mala wan tê serdagirtin û kurê wê Ramazan tê binçavkirin. Ozlu bi dehan caran tê binçavkirin û girtin. Ozlu di sala 2009’an de di operasyona „KCK’ê“ de tê girtin û hê jî di girtîgehê de ye.
‘Ê$ên giran felç dike’
Bav Ozlu di encama î$kenceyê giran de nexwe$ dikeve di sala 2003’an de jiyana xwe ji dest dide. Dayîka Perî$an êdî xwe bi van ê$an ranagire û felç dikeve. Dîsa di sala 2006’an de kurê wê yê 3’emîn Metîn tê girtin û 6 mehan ceza dixwe. Ê$ên dayîka Perî$an li gel keça wê Kader ku di 2009’an de tevlî PKK’ê dibe zêde dibe. Di 6’ê îlonê de di encama pevçûna li Colemêrgê de kurê wê Ferman Ozlu (Mazlûm Mamxûrî) jiyana xwe ji dest da. Ev agahî ê$a dilê dayîka Perî$an du qatî zêde dike.
Dayîka Perî$an her roja în diçe goristana taxê û gora kurê xwe hembêz dike. Dayîka Perî$an got; „Ji kîjan miletî bibe bila bibe tu dayîk naxwaze agahiya ku$tina kurê xwe bibîhîze. Me ev ê$ê jiyaya bila tu kes kê$ e. Çîmkî tu kes qasî me ê$ ne ki$andiye“ û her roj bi tirsa agahiya ku$tina zaroka xwe dijî. Dayîka Perî$an ku tenê ji 7 zarokan 3 zarok li cem mane, diyar kir ku ew 50 saliye lê ji ber ê$an xwe sed salî dihesibîne û wiha got: „Ji bo min ê$a herî giran îxaneta zarokê min a li hemberî gelê xwe ye. Gelek $ikur ku zarokên min îro ji bo gelê xwe tên ku$tin û dikevin girtîgehê. Em bi wan serfiraz im“ Dayîka Perî$an, anî ziman ku dema wê agahiya ku$tina kurê xwe Ferman bihîzî negiriye û li gel hemû ê$an ew dixwaze a$tî bê herêmê û bi van hêviyan li ser piyan e.
Quelle