Serok Barzanî: Ez ji bo aştiyê hatime Tirkiyeyê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Serok Barzanî: Ez ji bo aştiyê hatime Tirkiyeyê

von Azadiyakurdistan am 04.11.2011 16:30



Stembol: Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî ku li ser vexwandina rayedarên dewletê hate Tirkiyeyê bi Hevserokên BDP û KCD'ê re hate ba hev. Barzanî di hevdîtinê de got ku ew ji bo aştiyê hatiye Tirkiyeyê û dê hewldanên xwe bidomîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî ku ji bo serdana 2 rojan hate Tirkiyeyê û duh bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anî, îro jî dê bi Serokkomar Abudllah Gul û Serokwezîr Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Barzanî beriya van hevdîtinan bi Hevserokên BDP û KCD'ê re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li Otela Çiraganê pêk hat. Hevdîtinê di saet 09.00'an de dest pê kir, saetek û nîv berdewam kir. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk beşdarî hevdîtinê bûn.

Li gorî agahiyên ku DÎHA'yê bi dest xistiye di hevdîtinê de pêşketinên siyasî û pirsgirêkên herêmê hatine rojevê. Di hevdîtina ku bi esasî pêşketinên girêdayî pirsgirêka kurd hatin nîqaşkirin de fikarên ji ber şer û pevçûnên ku her diçe zêde dibe hatin parvekirin. Şanda BDP û KCD'ê ji bu ev pirsgirêk bi riyên aştiyane bê çareserkirin xwestin Barzanî bikeve nava helwdanan û hate hînbûn ku Barzanî jî peyama "Ji bo lêgerîna aştiyê, ji bo ku pevçûn zêde nebin ez li Tirkiyeyê me. Ev hewldanên min dê zêde bibin û bidomin. Di pirsgirêka kurd de tekane riya çareseriyê diyalog û aştî ye. Baweriya min ev e" da şanda BDP û KCD'ê.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum