Serok Barzanî teqîna Taksîmê şermezar kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Serok Barzanî teqîna Taksîmê şermezar kir

von GulaKurdistane am 02.11.2010 12:25

Hewlêr, 2 Mijdar (AKnews) – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi beyanameyekê, kiryara xwekujiyê ya li Taksîmê bi dijwarî $ermezar kir.

Li gor Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê (KRP), Serokatiya Herêmê di daxuyaniya xwe de got, “ Em ji kiryara terorîstî ya li Stenbolê dilteng in ku di encamê de jimareke zêde ji welatiyan û karmendên dezgehên polîs û ewlekariyê birîndar bûn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, “Serokatiya Herêma Kurdistanê tevî bi dijwarî $ermezarkirina vê kiryara terorîstî, di heman demê de hemxemiya xwe ji bo kesûkarên qurbanên wê rûdana diltezîn derdibire. Ji aliyê çi kes û aliyekî ve bê pêkanîn û ziyanê bigihîne welatiyên sivîl û aramiya asayî$a gi$tî, her kiryareke terorîstî jî mehkûm û $ermezar dike.”

Hêjayê gotinê ye, li 31ê Cotmehê li Meydana Taksîmê ya li Stenbolê di kiryareke xwekujiyê de 15 ji wana polîs, 32 kes birîndar bûn.

Heta niha jî çi hêzeke siyasî bi awayekî resmî, berpirsiyariya vê bûyerê negirtiye stûyê xwe.


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum