Îsmaîl Beşîkçî: Xweseriya Demokratîk (Demokratische Selbstverwaltung) ist ein unklarer Begriff

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Îsmaîl Beşîkçî: Xweseriya Demokratîk (Demokratische Selbstverwaltung) ist ein unklarer Begriff

von Azadiyakurdistan am 17.03.2012 12:57

Civaknas û rewşenbîr Îsmaîl Beşîkçî careke din dubare kir ku welatên mêtingeh (welatên dagirkirî) xwedî statûyek in, xwedî sînoran in lê ti statûyek û sînorekekî welatê Kurdan tune ye û lewre Kurdistan ne welatekî mêtingeh e.

Beşîkçî destnîşan kir ku statûya li Başûrê Kurdistanê bi ked û têkoşîna bi biryar a Kurdan hatiye avakirin û eger Kurd hişyar bin, ev sedsal dikare bibe bihara Kurdan.

Rewşenbîr û civaknasê tirk Îsmaîl Beşîkçî ku heta niha li ser Kurdan 38 pirtûk nivîsandine û ji ber fikra xwe ya li ser Kurd û Kurdistanê 17 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de maye, li ser polîtîkayên Brîtanya, Fransa û Amerîkayê yên derbarê Kurdan de ji Rûdawê re axivî.

'Kurdistan ne mêtingeh e jî'

Hûn gellek caran dibêjin Kurdistan ne mêtingeh e (kolonî) jî. Nexwe Kurdistan çi ye?

Îsmaîl Beşîkçî: Ya rast Kurdistan ne mêtingeh e jî. Sînorên mêtingehan hene. Ma ji bo Kurdistanê sînorekî wiha heye? Dema dibêjin "Hindistan mêtingeha Brîtanyaya Mezin e", "Angola mêtingeha Portûgalê ye", divê mirov çi fêm bike? Welatek bi navê Hindistan heye, welatek bi navê Angola heye. Sînorên van welatan hene. Ma ji bo Kurdistanê sînorekî wiha heye? Kurd û Kurdistan di salên 1920an de, di dema Cemiyeta Neteweyan de hatiye parîkirin, perçekirin û parvekirin. Rêveberên Brîtanyaya Mezin, Fransa, Kemalîst, Ereb û Farsan ev operasyon çêkirin. Her yek ji van welatan perçeyekî Kurdistanê xistine bin kontrola xwe. Du welatên emperyal ên wê demê, Brîtanyaya Mezin û Fransa, û du dewletên kevin ên Rojhilata Navîn, Komara Tirkiyeyê ku berdewama Împaratoriya Osmanî ye û Şêxstiya Îranê ya Nû ku berdewama Împaratoriya Îranê ye, di 1920an de, bi awayekî plankirî xwe avêtin ser Kurd û Kurdistanê.

'Mirov Herêma Federal a Kurdistanê dikare bi awayekî din binirxîne'

Mirov mêtingeriya li ser Kurdan û yên welatên din binirxîne, çi derdikeve holê?

Îsmaîl Beşîkçî: Beriya Şerê Duyemîn ê Cîhanê, li Afrîkayê du welatên serbixwe hebûn. Hebeşistan û Lîberya. Piştî şer, bi taybetî jî piştî salên 1960an, ev hejmar zêde bû. Îro li Afrîkayê 57 dewletên serbixwe hene. Û ev dewlet bi sînorên 1885ê serbixwe bûn. Afrîka di sala 1885ê de ji aliyê dewletên emperyal û mêtinger ve hatibûn parvekirin. Di sînorên 1885ê de du caran guherîn çêbû. Yek ev bû; Erîtreya di 1993ê de ji Hebeşistanê veqetiya û dewleta xwe ya serbixwe ava kir. Ya duyan jî ev bû; di 2011ê de Sûdana Başûr ji Sûdanê veqetiya û dewleta serbixwe ava kir... Li Kurdistanê sînor tune ne. Ji ber vê yekê Kurdistan ne mêtingeh e jî. Mêtingehî statûyek e. Ji bo Kurdan, ji bo Kurdistanê ti statû tune ne. Mirov Herêma Federal a Kurdistanê dikare bi awayekî din binirxîne.

'Berpirsyarên sereke yên parçekirina Kurdistanê Brîtanyaya Mezin û Fransa ne'

Ewropa û Amerîka weke şaristaniyên demokrasiyê tên binavkirin. Di perçekirina Kurdistanê de rista van dewletan çi ye?

Îsmaîl Beşîkçî: Berpirsyarên sereke yên van operasyonan Brîtanyaya Mezin û Fransa ne. Dema ku wan ev operasyon çêkirin, li Rojhilata Navîn bi rêveberên Tirk, Ereb û Farsan re hevkarî kirin. Li Brîtanyaya Mezin û Fransayê kîjan partî hatibe desthilatdariyê, li hemberî Kurdan polîtîkayeke dijber meşandiye. Hem rastgir, hem çepgir, hem komunîst û hem jî lîberal li hemberî Kurdan polîtîkaya dij-kurdbûnê meşandine. Li cem dewletên ku Kurd tepisandine cih girtine. Yekîtiya Sovyetê jî piştgirî daye polîtîkaya dij-kurdbûnê. Piştgirî daye welatên ku zilm û zordarî li Kurdan kirine. Piştre Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî piştgirî daye polîtîkaya dij-kurdbûnê.

Bi dehan sal piştî Peymana Lozanê li Başûrê Kurdistanê Kurdan statuya federasyonê bi dest xist. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Gelo Amerîka û Ewropa di vê sedsalê de pozîsyona xwe ya li hemberî Kurdan diguherînin?

Îsmaîl Beşîkçî: Di çarika yekemîna sedsala 20an de, Kurd û Kurdistan bi destê dewletên emperyal ên wê demê û hevkarên wan ên li Rojhilata Navîn ve hate parçekirin û parvekirin. Ev parvekirineke wisa ye ku statû nade Kurdan. Lê dewleta sereke ya emperyal DYA, di destpêka sedsala 20an de, di vê bêstatûbûnê de quleke girîng vekiriye. Di 2003yê de, di pêvajoya mudaxaleya DYAyê de, rejîma Saddam Huseyîn hilweşiya, Partiya Bees hate ruxandin, El Muhaberat hate ruxandin û çekên kuştina girseyî hatine îmhakirin. Dema ku ev aliyên ku gef li Kurdan dixwarin hatin belavkirin, pêşiya Kurdan vebû. Lê Rêveberiya Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê, digel Tirkiyeyê, digel Ereban hatiye avakirin. Ev yek bi saya têkoşîna bi biryar a Kurdan hate avakirin.

'Nifûsa Kurdan a li Rojhilata Navîn ji 40 milyonî zêdetire'

Ewropa çima alîgiriya dayîna mafên kolektîf ên Kurdan nake, lê tenê dayîna mafên takekesî diparêze? Polîtîkaya Ewropayê ya li ser Kurdan çi ye?

Îsmaîl Beşîkçî: Di bin Konseya Ewropayê, di bin Yekîtiya Ewropayê de gellek dewletên ku nifûsa wan ji milyonekê kêmtir in, hene. Konseya Ewropayê ji 47 endaman pêk tê. Lê di vê konseyê de dewletên ku nifûsa wan 30-40 hezar e jî hene. Lê nifûsa Kurdan a li Rojhilata Navîn ji 40 milyonî zêdetir e. Digel vê yekê jî Kurd ne xwedî statûyek in. Dema ku behsa terorê tê kirin, navê Kurdan tê bilêvkirin. Ev xaleke balkêş e. Ev cotstandardiya Ewropayê ye. Divê Kurd vê rewşê rexne bikin.

Beriya çend salan rojnamevan Derya Sazak bi we re hevpeyvînek çêkiribû. Di wê hevpeyvînê de we durûtiya Ewropayê ya li hemberî Kurdan bi serkeftina "Selahedînê Kurdî (Eyûbî)" ve girê dida. Mebesta we bi vê yekê çi bû?

Îsmaîl Beşîkçî: Dibe ku rista Selahedînê Eyûbî hebe. Lê bi ya min ev tişt girîngtir in. Mîr Bedirxan di 1843yê de 10 hezar, di 1846ê de 20 hezar Nastûrî bi şûr kuştine. Bi ya min vê yekê li Ewropayê derbarê Kurdan de qenaetek neyînî ava kir. Di 1894-1895ê de li Sasonê, di 1909ên de li Klîkyayê, di tevkujiya 1915 de, em dibînin ku Kurd tilîkêş (tetikçi) in. Herwiha Kurd di dawiya 1918ê û di havîna 1919ê de li Başûrê Kurdistanê, di dema Şêx Mehmûdê Berzencî de, li hemberî Îngilîzan pirr li ber xwe dan. Bi Îngilîzan re şer kirin. Waliyên Îngilîz ên Akrê û Mûsilê kuştin.

'Tirkiye dixwaze li Sûriyê pêşî li serkeftina Kurdan bigre'

Hûn pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) çawa dinirxînin, Kurd wê encameke çawa bi dest bixin?

Îsmaîl Beşîkçî: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyê eşkera ye; dixwaze di vê guherînê de pêşi li serkeftina Kurdan bigre. Ji ber vê yekê nehişt komên Kurd di civînên Konseya Neteweyî ya Sûriyê de cîh bigre. Ev civîn jixwe li Tirkiyeyê çêbibûn. Tirkiyeyê tevlîbûna Kurdan a civînê asteng kir. Lê Kurd li Sûriyê koma herî birêxistinkirî ne. Komên din ên muxalefeta Sûriyê bi qasî Kurdan birêxistin nîn in. Dema em li pêşveçûnên dawî dinêrin, em dibînin ku Konseya Neteweyî ya Sûriyê di vê mijarê de serwext bûye. Dibêjin heta ku Kurdan nexin eniya muxalefetê, ne pêkan e rejîma Beşar Esad bê ruxandin. Di van rojên dawî de Civata Niştimanî ya Sûriyê behsa mafên ku wê bidin Kurdan dike. Li vir tişta girîng ev e: Divê Kurd hem di hevdîtinên xwe yên ligel Civata Niştimanî ya Sûriyê de, hem jî di hevdîtinên bi hikûmetê re, hevdîtinan, sozên ku tên dayîn, qeyd bikin. Jixwe hemû kes dizane ku sozên devkî bê wate ne û mayînde nîn in.

"Xweseriya demokratîk" têgeheke şîlo ye.

Em hinekî jî li ser Kurdên li Tirkiyeyê biaxivin. Hûn daxwazên "xweseriya demokratîk" û "federasyonê" çawa dinirxînin? Li gorî we divê polîtîkaya Kurdan çi be?

Îsmaîl Beşîkçî: Divê Kurd hertim "prensîba xwe bi xwe birêvebirinê" biparêzin. Ji bo ku ev pîvana sereke di jiyanê de pêk bê, divê Kurd di nava hewldanan de bin. Qet nebe divê parastina federasyonê pîvana sereke û jêneveger be. "Xweseriya demokratîk" têgeheke şîlo ye.

Gelo mimkun e ev sedsal bibe bihara Kurdan? Pêşbîniya we çi ye?

Îsmaîl Beşîkçî: Belê, bê guman. Ez jî wisa difikirim. Helbet ev yek bi hişmendiya Kurdan a pozîsyona wan a li Rojhilata Navîn û dinyayê ve girêdayî ye. Ev yek girêdayî rexneyên Kurdan ên li hemberî vê nîzamê ye.

NÛKURD - Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum