Îsmet Şerîf Vanli wefat kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Îsmet Şerîf Vanli wefat kir

von Azadiyakurdistan am 09.11.2011 20:28



LOZAN - Serokê Berê yê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û nivîskarê Kurd ê navdar Îsmet Şerîf Vanli di 87'emîn saliya xwe de, di nexweşxaneyek a li bajarê Lozanê de çavê xwe li jiyanê girt.

Îsmet Şerîf Vanli ku li bajarê Lozana Swîsreyê dijiyan, îro seat di 04.00 wefat kir. Vanli ji ber di 9'ê îlonê de xwîna mejiyê wî der bû, rakirin Nexweşxaneya CHUV a Lozanê û dihate dermankirin.

Îsmet Şerîf Vanli di 21'ê berfanbara 1924'ê ce li Şama paytexta Sûriyeyê ji dayîk bû, di salên xwe yên perwerdehiyê de nivîskar û rewşembîrên Kurd Celadet Elî Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemilpaşa û Nûredîn Zaza nas kir. Li vir dest bi tekoşîna di nava gelê Kurd de kir.

Vanli li Libnan, Franse û DYE'yê perwerdehî dît û zimanê xwe yê zikmakî jî li xerîbiyê fêr bû. Vanli ji her kesê re digot "Her kes li derveyê welêt zimanê xwe ji bîr dike, lê ez li derveyê welat fêrî Kurdî bûm". Di sala 1948 de li Lozanê perwerdehiya hiqûqê li Libnanê qedand, di sala 1995 de tevlî Parlementoya Kurdistanê ya Derveyê Welat (PKDW) ya ku di 1995'ê de hate damezrandin bû.

Vanli di sala 1999 de dema Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hate damezrandin bû serokê KNK'ê û demek dirêj serokatiyê kir. Bi taybet pirtûka bi navê "Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Netewî ya Kurdan", gelek pirtûk û berhemên din ên Vanli hene. Bi jinek Swîsreyî re zewicî bû û li Lozana Swîsreyê dijiya.

ANF NEWS AGENCY

Rehma Xwedê lê be

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum