Îsraîl jî gemiyekê ji bo Kurdan dişîne Tirkiyê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Îsraîl jî gemiyekê ji bo Kurdan dişîne Tirkiyê

von Azadiyakurdistan am 04.06.2010 23:12



Avestakurd - Pênsyonêrên Îsraîlê ke$tîyekê amade dikin bona bersiva destdirêjayên Tirkan bidin. Êdî nav li ke$tîyê kirine: "Durûtîya Tirkîyê".

Ke$tî wê berê xwe bide Qibrisê.

Înîsîatorê vî karî pênsyonêrê 63 salî Pinhas Ar-Zehab got, ku gelek hevalên wî bi wî ra hemfikir in, amade ne wî karî bi hev ra bikin. Wana çend mîlyonêr jî anîne alîyê xwe. Ew mîlyonêr wê ke$tîyên xwe yên weke gemîyan bi deyn bidine wan. "Eva seredana me ya bersîvdayînê ye di hindava mîsyona tirkan, qa$o ya hûmanîtarîyê da. Ewana gerekê bersîva gelkujîya ermenîyan bidin, ewana heta îro jî kurdan dizêrînin û mafên wan binpê dikin, ew kirine nava halê hêsîrîyê",- wî got.

Mîsyona hûmanîtarîyê ya pênsyonêrên Îsraêlê ji bo Kurdan e. "Dem hatîye, ku durûtîya Tirkîyê derxine ser avê, rûyê wan yê re$ e$kere bikin, gerekê cî li Erdogan teng bikin",- Ar-Zehab dibêje. Tê gotin, ku parlamêntarê berê yê Knêsêta Îzraêlê Alêks Goldfarb jî wê tevî vê aksyonê bibe,- ajansa NRG-Maariv elam dike. AVESTAKURD

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum