Türk û Önder: Kurd dest ji kurdî bernadin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Türk û Önder: Kurd dest ji kurdî bernadin

von GulaKurdistane am 19.12.2010 17:22

Diyarbekir, 19 Kanûn (AKnews) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, derbarê genge$eya kurdî de got, “Kurd dê bi zimanê dayikê xwe perwerde bibin. Kurdî dê di qada cemaweriyê de bête bikaranîn.” Nivîskar û derhêner Süreyya Önder jî da zanîn, dilberiya bo perwerdeya kurdî “$erma mirovahiyê” ye.



Hevserokê KCDê Ahmet Turk, derbarê nîqa$a “jiyana duzimanî” ya ku BDPê daye destpêkirin de ji AKnewsê re axivî.

Türk, nerazîbûna li hemberî BDPê wek “têgihî$tina statûkoparêz” binav kir û helwesta BDPê ya duzimaniyê jî bi “bertengbûnê” rexne kir. Türk, a$kere kir ku li $ûna “duzimanî” diviya “pirzimanî” esas were girtin û wiha axivî:

“Diviya her ziman, her kultûr, her bîr û bawerî xwe bi serbestî îfade bike û pêvajoyeke demokratîk bê destpêkirin û ev maf bikevin bin garantiya destûrê. Duzimanî têgiheke gelek teng e. Diviya her ziman bi awayekî azad xwe bide der. Dibe ku daxwazên gelên din jî hebin. Ev daxwaz divê bêne pêkanîn.”

Türk, da zanîn ku li deverên kurd lê dijîn dê zimanê perwerdeyê kurdî be û wiha got, “Tu kes nabêje ku tirkî li Tirkiyeyê zimanê hevpar ê fermî nebe. Lê kurd dixwazin kurdî jî di qada cemaweriyê de were bikaranîn. Li deverên kurd lê dijîn, dê zimanê perwerdeyê bi kurdî be.”

- Önder: Kurd zarokên xwe bi kurdî perwerde dikin

Nivîskarê radikalê û derhênerê sînemayê Sırrı Süreyya Önder jî derbarê perwerdeya kurdî de nêrînên xwe bi AKnewsê re parve kirin û lidijderketina perwerdeya bi kurdî bi “$erma mirovahiyê” binav kir.

Önder wiha axivî, “Qedexekirina zimanê mirovekî, qedexekirina wî bi xwe ye. Jixwe duzimanî li vê derê (Diyarbekir) pratîze bûye. Vî gelî bi hezaran salan e ev zimanê xwe parastiye û pê$ve biriye. Heke bi çend qedexeya bûbûya, gelek pirtirê vê di dîrokê de kirin, bi ser neketin. Kurdan dest ji zimanê xwe berneda.”

Önder, da zanîn ku diviya ferqa di navbera mafên kesane û yê kolektîf de ji her kesê re ba$ were vegotin û wiha domand, “Qedexeyên li hemberî kurdî bidomin jî kurd dest ji axaftina bi kurdî bernadin.”


AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 19.12.2010 18:36.

« zurück zum Forum