Wikileaksê Erdogan mecbûr kir bi îsraîl re li hev bê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Wikileaksê Erdogan mecbûr kir bi îsraîl re li hev bê

von GulaKurdistane am 04.12.2010 14:29

Di belgeyên nû yên Wikileaksê de di serî de yê herî zêdê xisar dît Serokwezîrê tirk Receb Tayyib Erdogan bû ji ber îdîayên ku ji bo wî û hukumeta wî hatibûn kirin.

Li gor van belgeyan, dîplomatên amerîkî rapor dane ku hesabên bankê yên Erdoganî li Swîsreyê hene.
Her weha ji malbata Koç yê ku dewlemandtirînê Tirkiyeyê ye jî, kesekî navnedayî ragihandiye amerîkayan ku nêzî milyarek dolar maldarîya (serweta) serokwezîrê tirk Erdogan heye.

Îdîayên li ser wezîr û der û dora Erdoganî jî zêde ne.

Her çiqas serokwezîrê tirk Receb Tayyib Erdogan ev îdîayên Wikileaksê derew derxist û ragihand ku ew ê di derheqê van kesên ku rapor amade kirine û Wikileaksê de dozê veke, hê jî hin $ik hene û tê ragihandin ku ê hin belgeyên nû jî werin we$andin.

Li gor ku Wikileaks dibêje di derheqê Tirkiyeyê de li dor 7.000 belge di destê wan de hene û wan heta nuha tenê ji wan 30 belge we$andine.

Pi$tî ku Wikileaksê belgeyên di derheqê Tirkiyeyê û welatên din de balav kir, hate îdîa kirin ku ev belge ji alî Îsarîlê ve hatine dayin Wikileaksê. Ji ber ku di belgeyên Wikileaksê we$andibûn de li ser Îsraîlê qet belge tunene.

Hin wezîrên tirk, siyasetmedar û medya tirk jî ragihand ku li pa$ van belgeyan tiliya Îsraîlê heye.

Ji nîqa$a navbera serokwezîrê tirk Receb Tayyib Erdoagan û serokkomarê Îsarîlê $îmon Perez a li Zîrveya Davosê a beriya du salan û herî dawî jî êrî$a Îsarîlê ya ser ke$tiya Marmaraya $în (Mavi Marmara) ku di encamê de 11 kesan jiyanên xwe ji dest dabûn, pi$tî vê buyerê peywendiyên siyasî yên Tirkiyeyê û Îsraîlê xerabûbûn.

Erdogan di nav welatên ereb de ji ber helwesta xwe ya li dijî Îsraîlê wek lehengekî tê nî$andan. Di serî de Suriye, Lîbya, Urdun û Lubnan pi$tgiriyeke mezin didin Erdogan. wî bi xelatan dıxemilînin.

Serokdewletê Lîbyayê Kaddafî ku wek dîktator tê nasîn û li welatê wî ne azadîya gel, ne ya raman û ne jî rêz ji bo mafê mirovan heye, xelateke bi navê " Xelata mafê mirovan" da Erdoganî.

Li Îsraîlê Erdogan wek mirovê dijberê Îsraîlê tê nî$andan, ev hê jî berdewam e; ji ber ku Hamasa serokdewletên hin welatên ereb destek nade wê, Erdogan didiyê, bi serokên Hamasê re hevdîtinan pêk tîne û pê$tgiriya wan dike.

Di belgeyên nû yên Wikileaksê de di serî de yê herî zêdê xisar dît Serokwezîrê tirk Receb Tayyib Erdogan bûji ber îdîayên ku ji bo wî û hukumeta wî hatibûn kirin.

www.netkurd.com

Antworten Zuletzt bearbeitet am 04.12.2010 15:26.

« zurück zum Forum