YNK und PDK: Die Zeit ist reif für eine Kurdische Nationale Konferenz

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

YNK und PDK: Die Zeit ist reif für eine Kurdische Nationale Konferenz

von Azadiyakurdistan am 24.11.2011 15:35



Duh li Selahedînê bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDK-ê Mesûd Barzanî herdu politbîroyên Yekitiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) û Pariyta Demokart a Kurdistanê (PDK) civînek lidaxist.

Di destpêka civînê de Xatûn Danielle Mitterand a koçkirî hate bibîranîn, behsa rol û piştgiriya wê ya ji bo gelê Kurd hate kirin û helwestên wê yên dostane bilind hatin nirxandin.

Di berdewamiya civînê de du babetên girîng hatin nirxandin ku, pêk hatibûn ji serdana Serok Barzanî bo welatên Cîran û amadekariyên lidar xistina Kongreya Netewî.

Di derbarê babeta yekem de serdana Serok Barzanî a bo welatên cîran û welatên Ewrûpayê, hevdîtinên wî yên bi rayedarên wan welatan re, her weha peyama eşkere ya Hikûmeta Kurdistanê jî hate nirxandin.

Dîsan her di vê babetê de behsa bûyerên Sûriyeyê û peywendiyên Herêmê bi gelê Kurd re û meseleya bombardiman û topbarankirina deverên sînur û hewldanên Serok Barzanî yên ji bo çareserkirina kêşeyên ser sînur jî hatin şîrovekirin.

Di derbarê babeta duyem de hat gotin ku, niha rewş lêhatiye hem û pêvajo derfeta wê yekê dide ku gel û dewletên cîran yên gelê Kurd ji nêrîn û hizrên gelê Kurd haydar bibin û prosesa siyasî ya seranserê Kurdistanê jî vê yekê ferz dike.

Di dawiya civînê de pêşkeftinên dawî yên Kurdistanê û Îraqê jî hatin nirxandin û tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên heyî yên navbera PDK-ê û YNK-ê de hat kirin.

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum