18% der Bevölkerung in Türkei sind Kurden

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


Ez_u_Tu

38, female

  Einsteiger/in

Posts: 223

Re: 18% der Bevölkerung in Türkei sind Kurden

from Ez_u_Tu on 06/06/2011 05:11 PM

Du hast die wichtigsten Sätze schön markiert Azad :-)

Daraus sieht man das 57,6% der Türken mit den Kurden nichts zu tun haben wollen, im gegensatz zu nur 26,4 Kurden die nicht mit einer türkischen Frau heiraten möchten.

ji sedî 30ê wan dibêjin AK Partî dê pirsa kurdî çareser bike


Die AKP hat zu viele Anhänger bei den Kurden, 30% der Kurden glauben dass AKP die kurdische Frage lösen kann.

Reply

Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

18% der Bevölkerung in Türkei sind Kurden

from Azadiyakurdistan on 06/06/2011 03:10 PM

Li gor lêkolîna Shîrketa Lêkolînê ya KONDAyê ya bi navê “Em kî ne?”, ji sedî 78ê serjimêra Tirkiyeyê ji tirkan û ji sedî 18ê wê jî kurdan pêk tê.

Awayê nûkiriî yê lêkolîna bi navê “Em kî ne/Lêkolîna Pêkhateya Civakî” ku cara yekê di sala 2006an de hate belavkirin, ya bi navê “Di pirsa kurdî de hêvî û feraset” ji aliyê Weshanên Îletîshîmê ve hate çapkirin.

Lêkolîna di vê pirtûkê de, di tîrmeha 2010’an de bi beshdariya 10 hezar û 393 kesan û li 59 bajar, 374 bajarok û 902 gund û taxan hatiye pêkanîn.

Li gor vê lêkolînê, ji sedî 57.6ê tirkan naxwazin bûk an jî jina wan kurd be, ji sedî 53.5ê wan naxwazin shirîkê wan ê karî kurd be û ji sedî 47.4ê wan jî naxwazin cîranê wan kurd be.

Li hemberî vê çendê, ji sedî 26.4ê kurdan naxwazin jin an jî buka wan tirk be, ji sedî 24.8ê wan naxwazin shirîkê wan ê karî tirk be û ji sedî 22.1ê wan jî naxwazin cîranê wan tirk be.

Li gor lêkolîna KONDAyê, herçend kurdên li bajarên kurdnishîn bi rêjeya bilind Ocalan wek muxatab dibînin, bi ya wan çareserî dê ji aliyê saziyên siyasetê bê pêkanîn.

Ji sedî 40.9ê beshdarên lêkolînê Partiya Ashtî û Demokrasiyê (BDP) wek ‘saziya ku dê çareseriyê pêk bîne’ dibînin, ji sedî 30ê wan dibêjin AK Partî dê pirsa kurdî çareser bike û ji sedî 10.4ê wan jî dibêjin pirs dê bi hevkariya di navbera partî û parlamentoyê de bê çareserkirin.

Hêjayê gotinê ye, di lêkolîna 2006an de, rêjeya yên ku digotin em kurd in ji sedî 15.7ê (11 mîlyon 445 hezar) bû û di 2010an de ev rêje gihishtiye ji sedî 18.3ê (13 mîlyon û 261 hezar).

Dîsa di sala 2006an de ji sedî 76.7ê beshdaran xwe wek tirk pênase kirine û di sala 2010an de jî ev rêje gihishtiye ji sedî 78.1ê.

AKNEws

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 06/06/2011 03:19 PM.

« Back to forum