Kurdên Rojava di Facebookê de jî dibin yek
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdên Rojava di Facebookê de jî dibin yek
von Azadiyakurdistan am 20.05.2011 12:20
Grûpên kurdên Sûriyê li ser facebookê duhî ragihandin ku wan pelên xwe girtin û tevlî pelê “Shoresha Ciwanên Kurd” bûn û banga “Îna Azadiyê" kirin.
Di daxuyaniya grûpên kurdan de hatiye ashkerekirin ku pirbûna pelan li Facebookê hemahengî û rêkxistinê di nav ciwanên kurd de qels û jar dike ku ew jî bandorê li xebata wan dike û ragihandin “Lewma me biryar da em hemû pelên li ser facebookê bigirin û di pelê “Shoresha Ciwanên Kurd” de kom bibin.”
Di heman demê de pelên sûrî pishtgirî dan ciwanên kurd û sibe bi navê “Îna Azadî” bi kurdî li ser pelên xwe ragihandin.
Tê pêshbîkirin ku di “Îna Azadî” de tevêbûna kurdan ji xwepêshandanan re dê zêdetir bibe û binavkirina bi kurdî ji xwepêshandanên sibe re dê bibe handerek ji ciwanên kurd re ku pishtgiriya xwe ji xwepêshandanên li bajarên Sûriyeyê yên din re nîshan bidin.
Hêjayî gotinê ye, xwepêshandanên gelê Sûriyê, roja îniya raborî berdewam in û li bajarên Shamê û derdora wê û li Deraa û derdora wê her wiha li Himis û herêmên kurdên Sûriyeyê, gel dakete kolanan û bi navê "Îniya jinên azad" nerazîbûna xwe derbirî, di encamê de li 6 kes hatine kushtin û di rojên hefteyên yên din de jî bi dehan kes bi destê hêzên ewlehiyê hatin kushtin.
Xwepêshandanên Sûriyeyê di 15ê adarê de li bajarê Shamê dest pê kirin û pishtre li Deraa germtir bûn dema hêzên ewlehiyê 6 kes ji xwepêshanderan bi guleyan kushtin û hêdî hêdî li bajarên din jî belav bû ku gihisht derdora Shamê, Banyas, Himis û herêmên kuran li Cizîra Sûrî wek Qamishlo, Amûde û Hisiça.
Hêjayî gotinê ye ku serhildana gel li Sûriyeyê nêzî du mehan dibe ku dest pê kiriye û niha di hefteya 8ê de ye û her roj çarçoveya wê hîn firehtir dibe, û ta niha bêtirî 880 kesî ji aliyê hêzên ewlehiyê û alîgirên Serokdewletê Beshar el-Esed ve hatin kushtin û zêdetirî 11 hezar kes hatiye girtin.
(aknews)
Silav û Rêz
Azad
Re: Kurdên Rojava di Facebookê de jî dibin yek
von Kudo21 am 20.05.2011 18:44KANN JEMAND DEN LINK ZU DER GRUPPE MIR SCHICKEN